• DOLAR 32.251
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2418.465
  • ...
Ev 56 sal e ku hunera xwe bi nexşandina kopalan didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hostayê 76 salî yê bi navê Abdullah Gokbulak  ev 56 sal e li navçeya Exlata Bidlîsê bi eşq û şewq hewil dide hûnera xwe ya kopalan bi nexşandina motîfên Selçûkiyan bide domandin.Apê Abdullah ji xwe re  bi hunera xwe ya ku ev 56 sal e dike hewil dide motîfên Asuriyan,Urartuyan, Medan,Persan, Makedonan, Selokîdan, Partan, Alatostan û Selçukiyan li ser kopalan binexşîne.

Di 12 saliya xwe de gava yekem avêt qada hunerê

Hosta Abdullah di derbarê mijarê de destnîşan kir ew cara ewil di 12 saliya xwe de dest bi karê  neşxandina kopalan kiriye, lê piştî demeke kurt berê xwe daye cotkariyê.

Hosta Abdullah di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir berî ku ew biçe eskeriyê tenê 2 kopal çêkiriye û wiha pê de çû: “ Di dema eskeriyê de jî min di atolyeya eskeriyê de jî kopal çêkirin û min wan dida fermandarên xwe.Erkanê dewletê van kopalên min pir dieciband.Piştî eskeriyê min di sala 1962an de cardin dest bikarê koplavantiyê kir.Ji bo ku kopalên ku ez ê çêbikim bêhempa bin min li heremên mîna Agirî, Erzerom, Stenbol û Zonguldakê geriyam.”

Hosta Abdullah di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir  motîfên ku ew li ser kopalên xwe dinexşîne tev motîfên berhemên dîrokî yên li Exlatê ne û wiha diyar kir ew bi vê karê xwe him li Exlatê û him jî derveyê Exlatê tê naskirin û kopalên wî yên ewil û yên  ku bi motîfan hatine nexşandin ji teref Midûrtiya Çandê ya Bidlîsê ve li Muzeya Etnografyayê tên pêşandin.

Li Exlatê digel hûnera  kopalê gelek hunerên din jî tên jiyandin

Hosta Abdullah di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir hunera kopalan ji bo Exlatê çandeke girîng e, ew ji bo ev çand bê jiyandin him ji dil û can dixebite û him jî hînî zarok û gelek kesên din dike.Hosta Abdullah her wiha diyar kir di van pêlên dawî de li Exlatê  hunera nexşandina keviran  û çînîvanî jî pêş ve diçe.

Hosta Abdullah diyar kir ew digel ku 76 salî ye bi ezm û xeyret dixebite û dema ku ew dest bi karê xwe kir xwendinê û nivîsînê nizanîbû, lê ger ku bi ezm û xeyret bê hereketkirin dê ji heqê her karî  karibe bê derketin.

Hosta Abdullah di dawiya axavtina xwe de  diyar kir  ji ber xebata wî ya bi ezm û cehd di sala 2003an de ji  teref GESAVê ve jê re ‘xelata hurmetê  ya ji bo hunermendên me yên xatirayê’ hatiye dayîn.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir