• DOLAR 32.268
  • EURO 34.797
  • ALTIN 2393.516
  • ...
 "Ev doz doza temamê însanetîyê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji parêzerên dozê Hasan Bozdaş di daxuyaniya ku da de destnîşan kir doz taloqî 28ê Berfanbarê hatiye kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev doz bi ber bi encambûnê ve diçe. Di piştî çend niştin û mutala dayîna dozgeran  û her wiha piştî pêşkeşkirina beyanên me  re em hêvî dikin ku  qerar bê dayîn.Gelek kêmasiyên di dosyayê de hatin çareserkirin. Nexasim raportên DNAyê, analîzên sînyalan, îfadeyên şahidan hema hema xelas bûn.A niha di bergeha dosyayê de 21 bersûc bi şiklekî girtî, 3 bersûc bi şiklê firarî û 17 bersûc jî wek serbest tên darizandin.Di niştina îro da geşedanek çênebû.Hinek beyanên me çêbûn.Nexasim dosyayên maqtulên ku telofon, nasname û saatên wan hatine dizîn hene.Me ji mehkemê re beyan kir dibe ku eleqeya vê bûyera diziyê bi van bûyerên ku îro li vê derê diqewin re hebe, îxtîmaleke mezin dibe ku ew kesên ku van tiştan dizîbin beşdarî bûyeran jî bûbûn.Me di niştina 6emîn de teleb kiribû ku ev kesên bersûc in ji teref mehkemê ve bên guhdarkirin , lê mehkeme red kiribû.Lê îro teleba yekkirina van dosyayan ji 10emîn Mehkemeya Cezaya Aslî ya Diyarbekirê hat .”

“Ew kes mecbûr in ku hisabê bidin temamê Kurdan”

Ji parêzerên dozê Gulden Sonmez  jî di derbarê mijarê de destnîşan kir kesên ku qetlîamê kirine, yên ku dane pê kirin û kesên ku qetlîamê temaşe kirine mecbûr in ku hisabê bidin xelkê Kurd û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em hêvî dikin qerareke edlî ji vê dozê dernekeve.Hinek bersûc di dema dîtina dozê de destnîşan kirin ew ji ber ku Kurd in li vê mehkemê tên darizandin û beyaninan sîyasî dabûn ku ew kes bi vê helwestê hewil didin berê darizandinê bi ber rexeke din ve bikşînin. Kesên ku qetlîamê kirine, yên ku dane pê kirin û kesên ku qetlîamê temaşe kirine  û kesên ku emrê qetlîamê dane, qetlîamê li dijî temamê Kurdan kirine.Ew kes mecbûr in ku hisabê bidin temamê Kurdan.Hinek hevkarên me behsa wijdanê dikin.Wekî din wekîlên bersûcan ji ber ku wextê girtinê zêde ye qala ezaba wijdanê dikin.Ger ku em  qala wijdanê bikin divê di serî de em qala birîna Tirkiyê ya ku ne tenê ya malbatan e ya temamê Tirkiyê ye bikin.Temamê Tirkiyê li benda  ji wê qetlîama ku li Diyarbekirê hatiye kirin re dayîna cezaya ku heq dikiye da ku  wijdan parîkek be jî rihet bikin. Kesên ku qetlîamê kirine, yên ku dane pê kirin û bersûcên firar divê cezaya ku heq kirine bistînin da ku wijdan hinek be jî rihet bikin.”

“Ev doz doza temamê însanetîyê ye”

Sonmez di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir ev doz doza temamê însanetîyê ye û wiha li dawî li axavtina xwe anî: “Ev doz doza temamê însanetîyê ye , ne tenê ya Tirkiyê.Ez dixwazim bang ji parastvanên mafên mirovan ên Ewrûpayê dikim hûn hestiyariya xwe ya di warê mafên Kurdan de bi cûrbecûr qenal û rêxistinan tînin zimên.Werin wê qetilkirina zarokên Kurdan a di 7ê Cotmehê ya li sikakên Diyarbekirê temaşe bikin û edaletê bigerin.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir