• DOLAR 32.86
  • EURO 35.203
  • ALTIN 2450.97
  • ...
Kelhaamed 16 sal e bênavber weşanê dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 

Panêla ku li Salona Konferansê ya Mizgefta Selahaddîn Eyyubî ya li Diyarbekirê  hat tertîpkirin bi tîlaweta Qurana Kerîm dest pê kir û bername bi pêşkêşvanîya Selhaddîn Guler berdewam kir.

Piştî sînevîzyona ku nîşandan panel wek du rûniştinan hat tertîpkirin. Di rûniştina ewil de edîtorê kovarê Ebdussamed Yalçin  gotarek pêşkêş kir û derbarê  feydeya Kovara Kelhaamed a di warê edebiyat û zimanê Kurdî de kir. Di heman niştinê de Dr. Îbrahîm Dagilma jî bi Kurdîya Zazakî axavtinekê kir û balan kişand li ser nivîsên ku bi Kurdîya Zazakî di kovara  Kelhaamed de hatine weşandin.

Piştî navbera ku hat dayîn rûniştina duyem bi axavtina silavdayînê ya Parlementerê HUDA PARê Serkan Ramanli  dest pê kir û Ramanli di axavtina xwe de balan kişand li ser ehemîyeta perwerdehîya  bi zimanê zikmakî.

Piştî axavtina silavdayînê di rûniştina duyem de ji teref Nivîskar Vahdettîn Înce û ji teref Mela Mahmûd Kilinç ve  bi Kurdîya Kurmacî derbarê çîrok û  zêmar û helbestên şînê de pêşkêşîyek hat kirin. Di rûniştina dawî de herî dawî Dr. Hêmin Omer Ehmed jî bi Kurdîya Soranî pêşkêşîyek kir û panêl bi dawî bû.(ÎLKHA)

 





























Bu haberler de ilginizi çekebilir