• DOLAR 32.831
  • EURO 35.159
  • ALTIN 2450.729
  • ...
"Her wextê baran dibare ava qenalîzasyonê têkeve nav mala me"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Baglara Diyarbekirê barana ku geh geh dibare ji ber kêmasiya binesaziyê av têket nav gelek malan. Taxiyên ku mexdûr bûn ji DÎSKÎyê re bertek nîşan dan û destnîşan kirin ku malên wan pir zirarê dîtine.

Nişteciyên taxê diyar kirin ku çendîn sal e ew bi vê mexdûriyetê re rû bi rû mane. Taxiyan ji bo ku mexdûriyetên wan were çareserkirin ji şaredarî û rêvebiran alîkarî xwestin.

Ahmet Kutayê ji nişteciyên Taxa Alîpinara navçeya Baglarê diyar kir ku pêncşema derbas bûye malên van ji ava qenalîzasyonê hatiye dagirtin. Kuta diyar kir di gel alîkariya wan a ku ji DÎSKÎ û şaredarityê xwestine teleba wan pêk nehatiye. Kutayê ku diyar kir ji ber ava qenalîzasyonê mala wan bi xeterê re rû bi rû maye.

Kuta idîa kir mala wan ji ava qenalîzasyonê hatiye dagirtin. Wan li DÎSKÎ geriyane lê DÎSKÎ bi wan re nebûye muxatab. Dûvre Kuta wiha destnîşan kir: “Bes bila me ji vê ava pîs, pirsgirêkên qenalîzasyonê xelas bikin. Em bendewarê alîkariya madî nînin. Em bendewarê xizmetê ne. Vê xizmetê nakin dema ku em ji wan re telefonê dikin bersiv jî didin.”

 “Dema ku karkerên DÎSKÎ û şaredairyê tiştekî nekirin min li 155ê geriya”

Kuta diyar kir ku DÎSKÎ û karkerên şaredariyê xizmetek baş nekirine. Dûvre Kuta wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min ji bo alîkariyê li 155an geriya. Polêsan alîkariya me kirin em ji mal derketin. Lê piştî 10 deqîqan avê da nav malê. Qirêjaya taxê da nav mala me. Heke binesazî kafî nîne nexwe baş saz bikin.”

“Av dide nav mala me em ji mixtar re dibêjin ew nayê”

Mehmet Akin diyar kir ku mala wan piştî ku baran dibare ji ava qenalîzasyonê tîje dibe. Ji ber vê yekê wî xwest ku mexdûriyeta wan were çareserkirin.

Akin di derbarê mijarê de wiha axivî: “Av dide nav mala me em ji mixtar re dibêjin ew nayê. Mîra mixtar nîne. Ava gemar da nav mala me. Me bi alîkariya îtfayê tehliye kir. Em zirarê ku me kiriye naxwazin lê em dixwazin ku ava qenalîzasyonê were paqijkirin û tamîrkirin. Bila me ji vê pîsatiyê xelas bikin. Em ditirsin û dibêjin naha ne niha dê baran bibare û av bide nav mala me.”

Akin wiha dawî li axavtina xwe anî: “Tabî laxera wekê boruya sobê bavêjinê ji xwe dê ava baranê hemî avê hilnegire. Em hêvîdar in ku rêvebir bi şiklekî semîmane karê xwe bikin.”

“Avê da nav mala me em perîşan bûn”

Pîra Zerga Kaleya nexweş ragihand ku ava qenalîzasyonê daye nav mala wê û eşyayên wê hemî qirêj bûne. Dûvre Kale wiha pê de çû: “Av da nav mala me. Eşyayên me mehv bûn. Êdî nayên bikaranîn. Çendîn sal e em di vê halê de ne. Ez nexweş im û çendîn roj e di nav nivînê de me. Her teref berbad bûye û di nav qirêjayê de maye. Ava qenalîzasyonê malekî xera kir. Malên me jî dirizin. Tiştekî me ya saxlem nema.” (ÎLKHA) 























Bu haberler de ilginizi çekebilir