Li Sûrê eskerek jiyana xwe ji dest da
Hat ragihandin di operasyonên ku li Sûra Amedê berdewam dikin de eskerek jiyana xwe ji dest da û 7 PKKyî jî hatin kuştin.
Li navçeya Sûra Ameda ku hêj lê qedexeya derketina derve berdewam dike ji ber teqîna bombeyekê eskerek jiyan xwe ji dest da û di operasyonan de 7 PKKyî jî hatin kuştin.
Li gor daxuyanîya ku ji teref Sererkanîyê ve hatîye dayîn teqîn di derdora seat 19.10an de pêk hat.Li gor daxuyanîyê di encama teqînê de eskerek jiyana xwe ji dest da û di operasyonên ku li navçê hatin kirin de 7 PKKyî hatin kuştin.(ÎLKHA)