Li Diyarbekirê PKKyîyan mektebek şewitandin
PKKyîyên ku li Diyarbekirê rê birîn mektebek şewitandin.
Li Taxa Kaynartepeya navçeya Baglara Diyarbekirê kesên PKKyî rê birîn û Dibistana Vehbî Koç şewitandin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin bûyer li Dibistana Vehbî Koçê ku li taxa Kaynartepê pêk hat. PKKyîyên ku rûyên wan nixûmandî bûn derîyê mektebê şikandin û têketin hindûr.Kesên PKKyî bombe û molotofên ku berî niha hazir kiribûn avêtin polan.
Di demeke kurt de mekteb bû giloka agir. Li ser îxbara ku hat kirin îtfaye hat cihê bûyerê û mudaxeleyî agir kir.
Polês di derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.(ÎLKHA)