Li Nisêbînê derketina derve wê bê qedexekirin
Li Nisêbînê ji teref qeymaqemtîyê ve ji seat 16.00an pêve li 4 taxan derketina derve wê bê qedexekirin.
Hat ragihandin Li Nisêbîna Mêrdînê ji teref Qeymaqemtîya Nisêbînê ve ji seat 16.00an pêve li 4 taxan derketina derve hat îlankirin.
Di daxuyanîya ku ji teref qeymeqamtîyê ve hat dayîn de di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin: “Li navçeya me ji ber ku bûyerên terorê zêde bûne ji bona ku ewlehîya can û mal a xelkê were temînkirin li Taxên Abdulkadîrpaşa, Firat,Dîcle û Yenîşehîrê ji seat 16.00an pêve derketina derve wê bê qedexekirin.Qedexe wê heta daxuyanîyeke din berdewam bike.”(ÎLKHA)