Li Cizîr û Silopî wê derketina derve bê qedexekirin
Hat ragihandin îro piştî seat 23.00an pêve wê li Silopî û Cizîrê derketina derve bê qedexekirin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Şirnexê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ji bona ku teqemenîyên ku li navçê hatine bicîkirin werin paqijkirin, barîkat werin rakirin û ji bona xendek jî werin girtin li Silopî û Cizîrê wê ji seat 23.00an pêve derketina derve wê bê qedexekirin.
Di berdewama daxuyanîya ku hat dayîn de di derbarê mijarê de wiha hat gotin: “ Li navçeyên Silopî û Cizîrê ji bona dorhêla aramîyê were sazkirin û ji bona heq û mafên hemwelatîyan wê her cûr piştgirîyên madî û manewî ji hemwelatîyan re bên kirin.”(ÎLKHA)