• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
PKKyîyan siwîlan ji xwere xistin hedef: 3 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di Taxa Safayê ya Kerboranê de ji ber ku şer didome hinek malbat di derdora sibe de hewl dan ku koçê bajarên din bikin. Lê PKKyîyan destûr nedan wan malbatên ku hewl didan ji navçeyê derkevin. Her wiha PKKyîyan malên kesên ku dixwestin ji navçeyê derkevin şewitandin û gule berdan wan. Di encama gule berdanê de Maşallah Gezgîncî û qîza wî bi şiklekê xedar birîndar bûn. Kesê 3yem ê ku birîndar bûye hej jî nasnameya wîdiyar nebûye.

Gel, kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran ne baş e. Pevçûnên ku li navçeya Kerboranê deketibûn ji ber ku xendek hatin vedan û qedexeya derketina derve hat îlankirin girantir bû. Di şerên ku ji bişev ve didome de hat ragihandin ku 5 PKKyî hatin kuştin.

Gor agahiyên ku hatin bidestxistin di Taxa Safayê ya Kerboranê de xendek hatin vedan û berîqet hatin sazkirin. Ji ber vê yekê ji teref polêsan ve operasyon li Taxa Safayê hat lidarxistin. Di naveyna polês û PKKyîyan de şer derket. Di şerê de 5 PKKyî hatin kuştin û hinek polês jî bi şiklekî sivik birîndar bûn. Polêsên ku birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê.

Di herêma ku şer diqewime de gelek  bombe hatibûn bicîkirin. Ev bombeyên ku hatibûn bicîkirin hatin îmhakirin. Di dema îmha kirina teqemenîyan de gelek mal û dikan zirar dîtin.

Li navçeyê şer hêj jî didome.(ÎLKHA)

 

 


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir