• DOLAR 32.22
  • EURO 35.034
  • ALTIN 2508.617
  • ...
Îxtîyaca Qûdsê ji her wextî zêdetir li misilmanan heye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Qûdsa Azad ji bet minasibeta ‘Roja Qûdsê ya Cîhanê’ li Diyarbekirê daxuyanîyekê çapemenîyê da. Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku da’waya Qûdsê da’waya ummetê ye.

Îro li Camîya Mezin a Diyarbekirê piştî nimeja înê ji ber minasibeta ‘Roja Qûdsê ya Cîhanê’ daxuyanîyeke çapemenîyê hat dayîn.  Di çapemenîya ku hat dayîn de bal hat kişandin îşxalkirina Filîstînê. Her wiha  sîyonîst  bênavbir hatin tel’înkirin.

Daxuyanîya Platforma Qûdsa Azad ji teref Cemîl Cahît Unsal ve hat xwendin. Di daxuyanîyê de bigelemperî li ser îşxalkirina Qûdsa Pîroz û li ser girîngîya wê hat rawestin.

“Qûdus ne tenê da’wa ereban  an jî yê heremekî ye”

Unsal ê ku daxuyanîyê xwend wiha ragihand: “Dawa Qûdsê ne tenê da’waya ereban an jî yê heremekî ye; da’waya Qûdsê ya temamê ummeta îslamê ye ku divê temamê misilmanan li Qûdsê xwedî derkevin. Ev Qûds,  bi îkramê Xwedê Teala bûye xwedîyê bereketê. Lê belê îro ev axên bibereket ji terf sîyonîstan ve hatiye îşxalkirin.”

 “Roja Qûdsê, roja qiyama îzzetê ye li hember zillete, tifkirina rûyê mustekbîran e.”

Unsa axavtina xwe wiha domand: “Roja Qûdsê, roja serhildana li hemberî şeytanê mezin Emrîka yê, Roja Qûdsê, roja raperîn û qiyama li hemberî wan sîyonîstên îşxalker e. Îroj roja tifkirina mustezafan a li rûyê mustekbîranê, îroj roj a qiyama îzzetê ye  li hemberî zîlletê.”

 “Îxtîyaca Qûdsê ji her wextî zêdetir li misilmanan heye”

Unsal bal kişande li ser rewşa  Qudsê ya îro û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ma hêj wext nehatîye ku em bi nîda û dengên Allahû Ekber qiyam bikin? Bila neyê ji bîr kirin ku îxtîyaca Qûdsê ji her wextî zêdetir li misilmanan heye. Ew sîyonîst, li çavên  milyar û nîv misilman dinêre û misilmanên Qûdsê qetil dike. Her wiha ew sîyonîst hisaba wê xwîna misilmanan a ku herikandîne divê bidin.”(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir