• DOLAR 32.204
  • EURO 34.954
  • ALTIN 2408.222
  • ...
"Ji bo Qûds rizgar bibe dayik Selahaddînan diwelidenin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Daxuyanîya çapemenîye li ser navê Platforma Qûdsê, Îsa Emrê xwend. Emre di derbarê salvegera ‘Roja Qûdsê ya Cîhanê’ wiha ragihand: “Roja Qûdsê, rojekî gerdûnî ye. Roja Qûdsê roja qiyama Mustezafan a li  hemberî mustekbîra ye. Roja Qûdsê, raperîna hember li  zilma Emrîka , sîyonîst îsraîl û dewletên zalim ên din e”

 “Ji bo mîzgînê em seferber bibin”

Emre axavtina wiha da domand: “Em li ser vê niyetê seferber dibin. Lê belê hinek kesên ku li heremê xulamtîya  Emrîka û sîyonîstan  dikin dixwazin ku li dîyarê Selahaddînê Eyyûbî perçem û alên xeyrî îslamî daleqenin. Em ji vir gazî wan kesên ku xulamtîyê ji Emrîka û sîyonîstan re dikin û dixwazin çend tiştan ji wan re bibêjin “Ey xulamên emperyalîst û sîyonîstan ! Çawa ku heta warisên Şêx Îzzedîn Qessam û Şêx Ehmed Yasîn hebin sîyonîst dê nikaribin bibin hakim û malikê Qûds û Filîstînê; bi heman awayî heta ku warisên Selahaddîn û Seîdan jî hebin hûn dê nikaribin  bibin hakime vê heremê. Heger ji bona ku al û perçemekî xeyrî îslamî li vê heremê neyê daleqandin pêwîst be ku em bihezaran şehîdan bidin, em ji vî tiştî re amade ne.”

 “Ji bona ku tu azad bibe dayik Selahaddînan diwelidenin”

Emre wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ey Qûds! Ji bona ku tu azad bibe dayik Selahaddînan diwelidenin. Ew Selahaddîn dê di rêya vê da’wa û dozê de  canê xwe feda bikin.

Bernamê piştî xwendina du’a kirine bi dawî bû.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir