Mirovê ku ji kalê xwe re hêrs bû dikanê şewitand

Li navçeya Misirca Sêrtê mirovê ku bi kalê xwe re nîqaşê kir, hêrs bû û dikanê da ber benzînê û şewitand, dû re jî teşebûs kir ku xwe bişewitîne.

Ekleme: 25.08.2023 10:05:33 / Güncelleme: 25.08.2023 10:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Misircê mirovekî yê ku bi kalê xwe re nîqaşê kir, dikana xwe ya du qatî da ber şewatê, wî teşebûs kir ku xwe jî bişetiwîne.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, A.B. yê ku li navçeya Misirca Sêrtê bi kalê xwe re nîqaşê kir, li ser mezinbûna nîqaşê bi benzînê dikana xwe da ber agir û dû re jî xwest ku xwe jî bişewitîne.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Mirovê ku teşebûs kir xwe jî bişewitîne, di encama xebata polêsan de ku bira dev ji şewitandina xwe berde wî ji ev teşebûsê berda.

Şewat, ji teref ekîbên îtfaîyeyê ve hat tefandin A.B. jî ji teref polêsan ve ji bona ku îfadeya wî bê girtin ji qereqolê re hat birin.

Hat dîtin ku dikandarên derdorê jî ev bûyerê di nav tirsê de temaşe kirin. (ÎLKHA)