Fransa rê li Ebû Sîtteyê tixktorê Fîlîstînî girt ku derbasî welêt bibe

Fransayê ji ber biryara Almanyayê ya der barê tixtor û çalakvanê Filistînî Gassan Ebû Sîtte li balafirgehê binçav kir û nehişt ku ew derbasî welêt bibe.

Ekleme: 04.05.2024 17:05:18 / Güncelleme: 04.05.2024 17:05:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rayedarên Fransî tixtor û aktîvîstê Filistînî Gassan Abu Sîtte li balafirgeha Charles de Gaulle binçav kirin.

Ebû Sîtte di parvekirina xwe ya li ser platforma medyaya civakî Xê de diyar kir ku ji bo axaftinê li Senatoya Fransayê hatiye gazîkirin, lê hatiye zanîn ku Almanyayê salekê ketina Ewropayê lê qedexe kiriye.

Ebû Sîtte ji aliyê Partiya Keskan ve ji bo îfadeya bûyerên li Xezzeyê ji bo Senatoya Fransayê hatibû vexwendin.

Ebû Sîtte yê ku dihat plankirin beşdarî konferansa Filistînê ya ku meha borî li Berlînê dihat lidarxistin bibe, ji aliyê rayedarên Elman ve hatibû astengkirin.

Doktorê Filistînî di dosyaya jenosîdê ya ku ji aliyê Afrîkaya Başûr ve li dijî rejîma sîyonîst hatiye vekirin, li pêşberî Dîwana Edaletê ya Navneteweyî îfade da û got ku rayedarên Elman beriya ku rê bidin wî derbasî welêt bibe, bi saetan li balafirgehê ew binçav kirin. (ÎLKHA)