• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Mirovê ku ji kalê xwe re hêrs bû dikanê şewitand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Misircê mirovekî yê ku bi kalê xwe re nîqaşê kir, dikana xwe ya du qatî da ber şewatê, wî teşebûs kir ku xwe jî bişetiwîne.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, A.B. yê ku li navçeya Misirca Sêrtê bi kalê xwe re nîqaşê kir, li ser mezinbûna nîqaşê bi benzînê dikana xwe da ber agir û dû re jî xwest ku xwe jî bişewitîne.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Mirovê ku teşebûs kir xwe jî bişewitîne, di encama xebata polêsan de ku bira dev ji şewitandina xwe berde wî ji ev teşebûsê berda.

Şewat, ji teref ekîbên îtfaîyeyê ve hat tefandin A.B. jî ji teref polêsan ve ji bona ku îfadeya wî bê girtin ji qereqolê re hat birin.

Hat dîtin ku dikandarên derdorê jî ev bûyerê di nav tirsê de temaşe kirin. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir