Balafirê Su-25ê ku aidî Rûsyayê hat xistin

Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî ragihand ku wan li herêma Donetskê balafireke şerê a ji cureya Su-25 a Rûsyayê xistine xwarê.

Ekleme: 05.05.2024 14:25:17 / Güncelleme: 05.05.2024 14:25:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ez dixwazim bi taybet behsa leşkerên lîwaya 110 a mekanîze bikim ku li herêma Donetskê balafireke din a Rûsyayê ya Su-25 xistin xwarê. Karê baş hevalno."

Zelenskî diyar kir ku Rûsyayê herêmên Ukraynayê hedef girt û wisa dewam kir, “Leşkerên me yên ku tevahiya rojê asîman diparêzin, gelek keda wan hebû. Herêmên Harkîv, Odessa, Dnîpropetrovsk û Donetsk. Leşkerên me 13 balafirên bêfirokvan ên bi navê “Shahed” xistin xwarê. Di nava rojê de terorîstên Rûsyayê 8 mûşek ji cureyên curbecur û nêzî 70 bombeyên hewayî yên rêveber li dijî komînên me yên sînorî û çeperên eniyên şer bi kar anîn. Xerabiya rûsî xwesteka wê ya ku wêranbûnê bîne tewra di êvara Paskalyayê de jî kêm nake. Ev girêdayî me ye, me hemûyan û her kesê ku bi rastî alîkariya Ukraynayê dike, em diyar bikin ku wê ev wêran li ku bisekinin û wê kengê îşxalker winda bike." (ÎLKHA)