Li Brezîlyayê ji ber lehiyê hejmara miriyan bû 56

Li eyaleta Rio Grande do Sul a Brezîlyayê di lehiya ku ji ber barana zêde derket de hejmara miriyan derket 56an.

Ekleme: 04.05.2024 18:40:15 / Güncelleme: 04.05.2024 18:40:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li eyaleta Rio Grande do Sul a li başûrê Brezîlyayê ji ber lehiya ku ji ber barana zêde bariya windahiyên jiyanê zêde dibin.

Midûriyeta Parastina Sivîl a Rio Grande do Sulê ragihand ku hejmara kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane derket 56an û 67 kes jî winda ne.

Ji ber lehiyê ku li 235 nuqteyên cuda ku paytexta eyaletê Porto Alegre jî di nav de ye tesîrdar bû, herî kêm 24 hezar kes neçar man malên xwe terk bikin. (ÎLKHA)