• DOLAR 32.246
  • EURO 34.878
  • ALTIN 2437.602
  • ...
Yapicioglu: Muminan dema ku wek kulmekî werin cem hev wê baregeha fitnê belav bibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PAR û Partiya Saadetê li Qada Bernameyê ya Maltepeyê ji bo şermezarkirina qetlîamên rejîma siyonîst a îşxalker li Xezzeyê "Mîtînga Filistîna Azad" li dar xist û piştgiriya xwe ya ji bo Operasyona Tofana Eqsayê ya berxwedanê nîşan da.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di mitînga ku bi beşdariyeke xurt hat lidarxistin de axavtinek kir.

Yapicioglu diyar kir ku zilma li Filistînê ji sala 1917an va bi îşxala Îngilîstanê dest pê kir û piştî ku di sala 1948an da sîyonîzmê xwe wek dewlet îlan kir ev zilm du qat zêde bû û sîstematîk bû û dûre wî wiha got: "Zilma li ser axa Filistînê ya ku 75 sal in tê îşxalkirin, her roj piçekî zêdetir bûye. Her roj komkujî pêk tên, her roj tiştên pîroz dihatin binpêkirin. Siyonîst ji bo ku bombeyan bi ser birayên me yên li wir de bibarînin û li mizgeft û nexweşxaneyan bixin, hewceyê bi beheneyekî nabînin. Lê niha 9 roj berê Şemiya borî piştî ku mucahîdên li wir dest bi operasyona bi navê Tofana Eqsayê kirin, qubeya wan a hesinî li ser serê wan hilweşiya. Çîroka wan a artêşa bêserûber hilweşiya. Çima di nava panîkê de ne? Ji ber vê yekê sîyonîstên ku îddia dikin ku yek ji wan artêşên herî xurt ên cîhanê ne, bangî hemû dostên xwe kirin û ji wan alîkarî xwestin.”

Yapicioglu dûre axavtina xwe weha domand, "Netirsin keştiyên şer, keştiyên balafiran ên Emrîqayê, li pey Îngilizan û cebilxaneyên ku bi balefirên bargiran ên mezin dadikevin rêzê. Birayên me yên li wir natirsin. Ez hêvî dikim ku ev mizgînî mizgîniyeke mezin be. Çokên wan dest bi lerizînê kirine. Li Filistînê bi tena serê xwe mane."

“Doza Eqsayê doza hemû Misilmanan e”

Yapicioglu bal kişand ku rejîma îşxalker û îngîlîzan di nav xebeta cudakirina Misilmanan de ne û wî axavtina xwe weha zêde kir:

“Di sala 1948an de dema ku şer dest pê kir, navê wî şerê Ereb-Îsraîl kirin. Paşê ji bo ku wan ji hev cuda bikin sefên me cuda kirin û jê re gotin şerê Filistîn-Îsraîl. Niha dibêjin şerê Xezzeyê. Şerê Filistînê derketiye, li şûna wê dibêjin şerê Îsraîl-HAMAS. Ji ber vê yekê pêşî ji ummeta Îslamê re gotin ev ne karê we ye, xwe bidin aliyekî, ev mesele tenê ya Ereban e. Paşê gotin, Ey welatên Ereb, ev ne karê we ye, ev doza Filistîniyan e. Niha ji birayên me yên Filistînî yên li Şerîaya Rojava û Qudsê re dibêjin ev şerê Xezzeyê ye, ne karê we ye. Na. Çawa ku mamosteyê me yê rehmetî Erbakan gelek caran destnîşan kiribû, doza Filistînê, doza Eqsayê doza hemû Mislimanan û heta doza hemû mirovahiyê ye.

Ew der ji boan me cihê pîroz e ku bîranînên Hezretî Muhammed û kerametên Îsra û Mîracê dihewîne. Ew bajarekî bi bereket e ku Xwedê Teala di pirtûka xwe ya pîroz de behsa wê kiriye. Ji mizgeftên ku li ser rûyê erdê hatine avakirin, duyemîn e, qibleya yekem a misilmanan û sêyemîn Harema Şerîf a Îslamê ye. Ji ber vê yekê me hemûyan eleqedar dike, ew doz doza me hemûyan e.”

“Dema ku ev zilm, qetlîam, sûcekî wiha li dijî mirovahiyê tê kirin em nikarin bêdeng bimînin û em ê bêdeng nemînin jî.”

Yapicioglu, diyar kir ku sîyonîst ne tenê êrîşî xwûşk û birayên me yên Filistînî dikin û weha got: "Siyonîst li wir êrîşan li însaniyetê dikin. Ne tenê zarokên dimêjînin dikujin, ne tenê bi piştên xwe yên pîr û kal dikujin, ne tenê jinan dikujin. Bi binpêkirina hemû nirxên mirovahiyê re, li dijî mirovahiyê şer îlan kirin, mirovahiyê dikujin. Ji ber vê yekê her kesê ku dibêje ez mirov im, rastî vê zilmê tê. Dema ku ev zilm, qetlîam, sûcekî wiha li dijî mirovahiyê tê kirin, bêdeng in. Em nikarin bêdeng bimînin û em ê bêdeng jî nemînin. Em nikarin bibêjin ‘Du alî hene, em di navbera her du aliyan de bêalî ne, me eleqedar nake.’ Em teref digrin. Em li dijî zulmê ne Em li kêleka mezlûman in û bi îzna Xwedê heta ku ew zulm ji holê rabe em ê biqîrin, sibe rojek înşeallah Xwedê fersendê bide me, em ê bikin. Ji bo serkeftina doza Eqsayê çi pêwîst be bi xwîn û canê me çi bedelê pêwîst be em ê bi îzna Xweda bidin.”

“Ew ê Xwedê wan bi destê me bide cezakirin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de weha got, “Mizgîn li we be, piştrast bin ku panika wan nîşanek e ku ew jî dibînin ku dawiya wan nêzîk e. Soza Xwedê rast e. Xwedê helbet dê soza xwe pêk bîne. Xwedê ji wan zaliman re got: ‘Hûn ê du caran li ser rûyê erdê fesadiyê bikin û gava hûn vegerin û dîsa serî hildin, em jî vegerin.’ Xwedê wan ceza bike. Xwedê bi destê me wan ceza bike. Ew ê dîsa wan şermezar bike. Ji ber ku hindik bûn, berê sînor derbas kiribûn. Bi gotina mamoste Erbakan ez hêvî dikim ku serkeftin wê nêzîk be.”

Yapicioglu axivî û got, "Hevgirtinê xurt bikin, îradeya xwe bilind bikin. Hêvîdar im serkeftin nêzîk be. Xwedê wan siyonîstan tune bike. Bêhêvîtî tune. Em şiûra xwe winda nekin. Em nekevin van lîstikan. Ev ne tenê doza Filistîniyan e, ne tenê şerê miletê Ereb e. Ev doz doza hemû Mislimanan e. Ji ber vê yekê em rabin ser piyan."

“Muminan dema ku wek kulmekî werin cem hev wê baregeha fitnê belav bibe”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de weha got, “Muminan, yên ku edaletê dixwazin, yên ku aştîyê dixwazin, yên ku li ser rûyê erdê dixwarin ku edalet hakim bibe dema ku wek kulmê werin ba hev, dema u bi emrê ‘Ji benê Xwedê re xwe girêbidin’ tetbîq bikin ew ê baregeha fitnê xera bibe. Ev ê wê demê pişta zilmê bişkê, ev ê wê demê çokê zaliman bilerize. Bi îzna Xwedê ew ê wê roje ji dilê muminan re rehetî û sirûrekî were. Bi daxwazîya nêzbûna wê rojê we hemûyan emanetê Xwedê dikim.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir