• DOLAR 32.29
  • EURO 35.035
  • ALTIN 2478.432
  • ...
Bîden: îsraîl îşxala Xezzeyê bike ew ê xeletiyeke mezin be
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bîden di bernameya televîzyona ku beşdar bû de êrîşên rejima îşxalker a siyonîst li ser Xezzeyê nirxand û îddia kir ku "Ez bawer dikim ku îsraîl wê qaîdeyên şer bi cih bîne."

"Hûn ê piştgiriyê bidin îşxalkerîya îsraîlê ya li Xezzeyê?" Dema ku ji Bîden hat pirsîn, Biden got, "Ez difikirim ku ev dê xeletiyeke mezin be. Bi dîtina min, tiştê ku li Xezzeyê diqewime li ser HAMASa tundrê ye. Ew nûnertiya tevahiya gelê Filistînê nake. Ji bo îsraîl ku Xezze îşxal bike dê xeletiyeke be. Lê divê bikeve hundir û tundrewên mîna Hizbullah û HAMASê tune bike."

Bîden diyar kir ku divê HAMAS bi temamî bê îmhakirin lê rê li ber rêveberî û dewleta Filistînê bê vekirin û wiha got: "Ev rê çareseriya du dewletan e û bi dehan sal e polîtîkaya Amerîkayê ye. Wê dewleteke serbixwe ava bike. Ji bo 5 milyon Filistînî li gel Îsraîlê." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir