• DOLAR 32.197
  • EURO 34.967
  • ALTIN 2512.027
  • ...
Ji Yekîtîya Alimên Cîhanê banga “Birayên xwe ji qatilan re nehêlin” hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Operasyona berfireh a Tofana Eqsayê ya ku ji aliyê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam ve di 7ê Cotmehê de hatibû destpêkirin didome.

Piştî operasyonê rejima îşxalker ji hewa û behrê bomberdûmana sivîlên Xezzeyê didomîne. Rejîma îşxalker a bi piştgiriyê hêza Rojava, qetlîamên xwe didomîne.

Qeredaxî bal kişand ku cihûyên ku li derveyî herêmên Filistînê yên îşxalkirî dijîn ji bo şer hatin Filistînê û bang li mîrên Misliman kir.

Qeredaxî di bangewaziya xwe de weha got: "Ligel ku yekitiya hêzeke hevpar a ku li hemberî sîyonîst helwestê nîşan bide tune ye, em bi yekîtîya ku piştgiriyê dide wan re rû bi rû ne. Di rastiyê de îşxalkeran bang li siyonîstan û îşxalkerên dilxwazên ji çar aliyê cîhanê beşdarî şerê li dijî Xezeyê bibin kirine. Niha sîyonîst li balafirgehê pêşwaziya şervanên ji deverên cuda yên cîhanê dikin ku tevlî artêşa îşxalker bibin."

Li gel vê rûreşiya li alema Îslamê û Ereban jî zilm û seferberî heye. Qeredaxî weha got, "Tevî vê yekê jî, ez bi Xwedê sond dixwim ku eger Selahedîn di nav mîrên îro de bûya, dê hevkêşî berovajî bibûya. Ey serdestan! Îro roja we ye. Navê xwe li ser rûpela rûmeta dîrokê binivîsînin û dev ji xwe bernedin û birayên xwe ji qatilan re nehêlin. Ey Xwedê, bila planên wan bibe sedema tunekirina wan. Wê bike wesîle û xefikên xwe li qirika wan bizivirîne. Ya Xwedê, ji wan ên ku ji me re xefikan datînin xefikan deyne. Ya Xwedê, alîkariya xwe ji me re bişîne. Ya Xuda, alîkariya xwe ji me re bişîne, Xwedêyo, alîkariya xwe ji me re bişîne." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir