• DOLAR 32.207
  • EURO 35.064
  • ALTIN 2425.538
  • ...
Rûsya: Emerîka û îsraîl, damezrandina dewleta Filistînê naxwazin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê piştî civîna Wezîrên Karên Derve yên Sazîya Hevkarîya Şangayê ku li Astanaya paytexta Qazakîstanê hat kirin civîna çapemenîyê pêk anî, ew diyarkir ku di civîna wezîran derheqê mijara rewşa Rojhilata Navîn de peyivîne.

Lavrov bal kişand ser girîngîya damezrandina dewleta Filistînê û got ku, “Em gihîştin nêrînek hevpar ku bêyî damezrandina dewleta Filistînê ne pêkan e ku li vê herêma Avrasyayê ewlehiyê were peyda kirin. Him îsraîl û him jî Emerîkaya ku piştgiriyê dide îsraîlê, bi her awayî hewl didin vê pêvajoyê (damezrandina dewleta Filistînê) asteng bikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir