• DOLAR 32.995
  • EURO 35.801
  • ALTIN 2528.57
  • ...
Balafira aîdê Sîngapurê ket nav turbûlansê: 1 mirî, 30 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Balafira Sîngapurê ket nav turbûlansê. Di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da, 30 kesan jî birîndar bûn.

Di daxuyanîya ku ji teref şîrketê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku balafira ji tîpa Boeing 777-300ER ku di nav de 211 rêwî û 18 mirettebat hebûn di dema seferê de ket nav turbûlansê.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Sefera bi hejmara SQ321 ya ku di 20ê Gulanê de ji Londrayê diçû Sîngapurê ket nav turbûlanseke bi dijwar. Balafir ji Bangkokê re hat sewqkirin û di 21ê Gulanê de li gorî seata mehellî di seat 15.45an de xwe daxist xwarê. Em dikarin rast bikin ku rêwîyên birîndar hene û rêwîyekî canê xwe ji dest daye.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir