• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Rejîma siyonîst: Elektrîk, xurek û sotemenî ji Xezzeyê re nayê dayîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejîma îşxalker a siyonîst bi tundî êrişên hewayî ser Xezzeyê dike.

Wezîrê Parastinê yê rejîma îşxalker ya siyonîst Yoav Gallant der barê rewşa dawîn da daxuyanî da û got ku wan tedbîrên li dijî  Xezzeyê heta asta "Dorpêça tam" zêde kirine.

Gallant got, "Ne elektrîk, ne xwarin, ne sotemenî wê ji wan re neyê dayîn. Em bi mirovên hov re şer dikin û li gorî wê tevdigerin."

Daxuyaniya Gallant wekî "gotineke quretî" hat nirxandin.

Hat diyarkirin ku kabîneya ewlehiyê ya qaşo rejîma îşxalker a siyonîst di civîna roja şemiyê ya ku hat kirin de rêze biryar girtin.

Li gorî vê yekê, hat diyarkirin ku biryar hat dayîn ku hêza leşkerî ya Hamas û Cîhada Îslamî were jinavbirin da ku salên dirêj careke din gef li hemwelatiyên rejîma siyonîstî negirin an jî zirarê nebînin.

Hat diyarkirin ku qedexekirina ketina sotemenî û kelûpelan a Xezzeyê jî di çarçoveya biryarên ku hatine girtin de ye.

Wezîrê enerjiyê yê qaşo rejîma îşxalker a siyonîst îsraîl Katz beriya niha ferman dabû ku elektrîka Xezzeya dorpêçkirî wê bê qutkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir