• DOLAR 32.205
  • EURO 35.054
  • ALTIN 2526.175
  • ...
Baran bandorek neyînî li ser randimana çîlekan kir!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Sasona navçeya Êlihê palehîya ewil a çîlekê ya ku îsal dest pê kir dewam dike.

Gundîyên ku bi çandina çîlekê debara xwe temin dikin, di nava erden xwe de heyecana berhev kirina çîlekan dikin.

Gundiyên ku ji saetên sibê heta êvarê palehiyê dikin, diyar kirin ku îsal ji ber barana zêde û dewam dike ​​zirareke mezin dîtine.

“Me ji ber baranan zirar kir”

Ahmet Taşdemîr got ku, “Baran hîlberîna çîlekê kêm kir. Li herêma me nêzî 500 donim hilberîna çîlekan heye. Ez jî nêzî 10 donim çîlekan diçînim. Me hefteyeke berî dest bi palehiyê kir. Ji berk u îsal gelek barna barîya me pir zehmetî kişand. Randiman baş bû lê ji ber baranan cotkar pir zirar dîtin. Me pîyase ji 50 lîreyî vekir aniha ket 25 lîreyan. Yanî me zede zirar kir.”

“Ji bo berhem necin çop e em berhev dikin”

Taşdemîr anî ziman ku di salên borî de desteka elektrîkê distandin lê niha ev piştgirî hatiye qutkirin û wiha dewam kir:

“Em niha mexdûrin. Ji bo berhem necin çop e em berhev dikin. Berê me tûtin diçandin, niha jî çîlekan diçînin. Li Tirkiyeyê çandiniya bêhiş heye, her kesî berê xwe da çîlekan. Lê mixabin ji ber ku çîlek naçin bazara derve, di piyaseya navxwe de jî pere nake.”

"Çîlekên me diçin bajarên Rojhilat"

Taşdemîr, anî ziman ku palehîya herî baş a çîlekê biharê ye û wiha got, “Randimana me ya zede di biharê de di Gûlanê de ye. Di mehên havînê de kêm e û di payîzê de jî mehek an du mehan hinekî zede ye. Ji xeynî wê jî palehîya me heta sermayê dewam dike. Bi gelemperî, çîlekên me diçe bajarên rojhilatê weke; Erzirom, Îdir, Wan û Qersê. Ji ber ku li Herêma Egeyê hilberîna çîlekê heye, li wê derê daxwaziya çîlekên me nîne.”

"Barana zêde û bêwext bandorek neyînî li ser çîlekan kir"

Muxtarê gundê Gelîyehasanan ê navçeya Sasonê Kadrî Işik, diyar kir ku gundî bi taybetî bi çîlekan debara xwe dikin.

Işik wiha dewam kir:

“Bi giştî em debara xwe ji çîlekan dikin. Ez jî cotkar im. Barana zêde û bêwext îsal bandorek pir neyînî li ser çîlekan kir. Ji ber baranê hilberî kêm bû. Me bi 50 lîreyî dest bi buhaya çîlekê kir, lê niha daketiye 25 lîreyan. Hatina tiran me rehet kir. Niha tirên barkirî hildigirin. Çavkaniya debara me çîlek û hindek zandarî ye. (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir