• DOLAR 32.205
  • EURO 35.054
  • ALTIN 2526.175
  • ...
Wezîr Bolat: Em li pişt biryara xwe ku me derbarê bazirganiya bi îsraîlê re girtiye disekinin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîr Bolat diyar kir ku daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê rejîma îşxalker bi temamî xeyalî ne û ti eleqeya wê bi rastiyê re nîne.

Bolat got ku ew li pişt qerara ku wan weke hikûmet derbarê bazirganiya bi rejîma terorê re dane, disekinin. Bolat wisa gotinên xwe domand:

“Ev biryar derbasdarîya xwe didomîne. Heta ku şert û mercên me yên ji bo rawestandina êrîşên îsraîlê yên li ser Xezzeyê, çêkirina agirbesteke daîmî û gihandina alîkariyên mirovî yên bênavber ji birayên me yên Filistînî yên li Xezzeyê re pêk werin, qerara me ya sekinandina bazirganiya bi îsraîlê re di rewacê de ye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir