• DOLAR 32.276
  • EURO 34.831
  • ALTIN 2433.678
  • ...
Rêwîtîya bi zehmet a salçeyê kin bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Febrîqeyên çêkirina salçeyê ev rêya bi zehmet a pîrekên bermalîyan gelek kin dike. Makîneyên teknolojîk  ên li Navendên Kaşkirina Îsotan a li Edeneyê, zehmetîyên pîrekan kêm kir.

Pîrekên ku îsotan distînin wan îsotên xwe tînin navendên kaşkirina îsotan. Li vê derê jî ji teref xebatkarên navenda kaşkirinê ve ji nav avê re tê valakirin û tê şûştin.

Dû rejî rêya îsotan a bûyîna salçe dest pê dike. Îsotên ku di avê de tênê şûştin bi otomatîkî dikevin nav makîneyê. Îsotên ku li vê derê tên şûştin û tên jêkirin cardin tên şûştin. Dendik û dûvên îsotan jî ji teref makîneyan ve tênê paqijkirin û vê carê jî di makîneyê de tênê kaşkirin û tênê eciqandin. Xebatkarên ku li ser makîneyan disekinin îsotan kontrol dikin.

Îsotên ku tênê paqijkirin û bi makîneyan tênê eciqandin ji li vê derê jî di nav bîdonan de tên bicîhkirin û ji xwedîyê wan re tênê teslîmkirin. Welatîyên ku îsotên xwe distînin dibin malê û xwê li wan dikin, dûre jî li ber tavê radixin. Nêzê 15 rojan li ber tavê dimînin û dû re jî bi salçeya îsotê tê ser sifreyan.

“Eleqeyeke mezin tê nîşandan”

Îmranê ku diyar kir ew di roja 15ê meha heftemîn de ji sezonê re dest pê dikin weha got, “Bi vê şeklê paqijtir û hîjyenîk dibe. Însanan jî reht nabin û zêdetir paqij dibe. Roja me roja teknolojîyê ye. Ji ber vê yekê mişterîyên me jî gelek memnû in. Eleqeyeke mezin heye. Însanê ku were li vê derê ji mala xwe re îsotan nabe.”

“Em ji li vê derê ji mala wan re dişînin”

Îmranê ku got îsotên ku di bazaran de tên standin ji wan re tên teslîmkirin û li vê derê jî ji van merhaleyan derbas dikin û dû re jî ji xwedîyê wan re teslîm dikin weha axavtina xwe zêde kir:

“Anîtina me ya belaş ji bazarê heta li vê derê heye. Em tînin li vê derê û fîş li wan dibirin û sireyên wan ji wan re dibêjin. Dûre jî dikin nav vê teştê û avê dikin navê. Piştî ku me avê da vê gavê jî bi firçeyan paqij dikin. Dûre jî bi fisqîyeyan avê li ser wan dikin û ew îsotan diçin li ber pîrekên me. Ew jî pel û dûvên wan paqij dikin û dişînin makîneya kaşkirinê. Piştî ku kaşkirin yanê eciqandin tê kirin bi şekleke paqij dikin nav bîdonên xwe. Qapaxên wan li devê wan dixin û ji malan re dişînin.”

“Divê ku hemû kes bi lez û bez bikin”

Îmranê ku ji însanan re ev tiştê tewsîye dike weha got, “Di pîyaseyê de zêdebûnekî heye. Hewa gelek germ e. Çi qas zû bê kirin ew ê ew qas kêfxweş bibin. Divê ku hemû kesên ku wextê wan heye bira bikin. Ev tişt hem di alîyê meddî de hem jî di alîyê menewî de ew ê ji wan re baş bibe.” (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir