• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Ji Weqfa Êtîman ji kampanyaya ‘Zengila Başîtîyê Lê Dikeve’ re banga destekê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Êtîman a ku ji zarokên êtîm û sêwîyan re li beşên cuda cuda xebatên alîkarîyê lidardixe, bi kampanyaya ‘Zengila Başîtîyê Lê Dikeve’ ku ji bo berîya sala hînkirin û perwerdekirina 2023-2024an alîkarîya qirtasîyeyê bike dabû destpêkirin armanc dike ku xwe ji 3 hezar êtîman re bighêjîne.

Ji bo her xwendekarekî pakêta qirtasîyeyê 750 Lîre hatîye eşkerekirin, Weqf jî di vî warî de ji xêrxwazan re bang dike ku ji bona ku nesleke bi şîûr bê perwerdekirin ji fealîyetên ewakî re bira alîkarîyê bikin.

Endamê Sazîya Bireveberîya Weqfa Êtîman Recep Bozkir derheqê xebatê de daxuyanî da û weha got, “Em ji zarokên xwe yên êtîm re tenê alîkarîya xwarin û cil û bergan nakin, me alîkarkirina di warê perwerdehîyê de jî ji xwe re kirîye şîar, îsal em bi wê şiûr û xeyretê ji êtîman re alîkarîya qirtasîyeyê dikin. Mixabin her zarok û êtîmê ku beredayî û bêxwedî hatîye hêştin dibê ku sibê ji însanîyetê re jî bibe pirsgirêk.”

Bozkir di berdewama axavtina xwe de weha got, “Em jî bi vê hessasîyet û fêhmê îsal jî bi kampanyaya xwe ya bi şîara ‘Zengila Başîtîyê Lê Dikeve’ daye destpêkirin armanc dikin ku xwe bighêjînin 3 hezar êtîman. Bedêla pakêta qirtasîyeya ku lazimatîya dibistanê tê de hene û ji zarokên êtîm re wê bên dayîn 750 Lîre ye.”

Bozkirê ku ji xêrxwazan re bang kir weha got, “Hûn jî ger ku dixwazin ji ev perwerdehîyê re bibin alîkar, ger ku bixwazin nesleke ku ji însanîyetê re nabe bela, berevajî ji însanîyetê re bibe hizûr û selamet bê perwerdekirin gelo dixwazin alîkarîyê bikin? Ê de haydê, em tev bi hev re sibê roja xwe ji bo nesleke beredayî re nehêlin, bira sêbê roja me bi agahdarî, hizûr û bi erdem be. Bira sibeyên me ji îroyên me xweşiktir bin. Xwedê, bira hemû alîkarîyên we yên ku hûnê bikin qebûl bike. Bira ji me hemûyan re seadeta dinya û axiretê bide înşeallah.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir