• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Goktaş Xoce: Eger em ji cîhadê birevin wê Xweda hin kesên din ji dewsa me re bişîne!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 

Weqfa Evîndarên Pêxember li Yenîkapiya Stenbolê bi temaya "Rêberê Cîhadê Hz. Muhammed" çalakiya "Mevlida Nebî" li dar xist.

Di bernameyê de Serokê Fexrî yê Weqfa Evîndarên Pêxember Mehmet Goktaş Xoce axaftinek kir.

Goktaş, bi hemd û selat û silavên ji Hz Muhammed re dest bi axavtina xwe kir û ayeta: " Me tu tenê ji bo hemû mirovahiyê rehmê şandiye.” xwend.

Goktaş Xoce behsa dema ku Mihemed eleyhîsselam bi leşkerê xwe re çûbû fetha Mekkê û wiha dewam kir:

“Pêxemberê me bînin bîra xwe, ew diçû Mekkê fetih bikira, lê bi rehmetê diçû. Wî nedixwest kesek jî bimire. Kafir jî ji bo ku nemire diçe, lê ew der wê bê fethkirin. Bînin bîra xwe dema ku di rê de ne, sehabi dibêje: Dema ku artêşa Îslamê çûbû Mekkê, di navbera Mekke û Medîneyê de artêşeke wiha pîroz nedîtibû. Tenê xalekê bala min dikişîne, sehabî dibêje; artêşa Resûlê Xwêda rastê rast diçûn, lê gava gehîştin cîhekî, zigzaq kirin. Dema em gihîştin wê derê Sehabî Sûreka bi rimê di destê wî de sekinîbû. Û wî bi zigzagê rêberiya artêşê dikir. Dema me xwe xwar kir û nêrî, kûçikek li erdê razayî bû û şîr dida çêlikên xwe. Dema artêşa îslamê giheştiye wê derê, ew kûçik ji tirsa perçiqandinê xemgîn bûye. Resûlê Xwedê bi vê yekê emir da Sûreka û got: “Hay ji xwe hebin ku devê van kûçikan ji sîngê dayikê dernekevin! Ji ber vê rehmet bi şûr re ye. Cihê ku şûr tune be, rehmet tune ye, bêrûmetî heye. Bi taybetî dema ku rehm bi şûr be derbasdar e.”

“Eger em ji cîhadê birevin wê Xweda hin kesên din ji dewsa me re bişîne!”

Goktaş gotinên xwe wisa domand:

“Di nava Qur’ana Kerîm de navê Muhemmed 4 caran derbas dibe û giştika van ayetan di heqê cîhad, şer û şûrê de ye. Dema ku behsa Hezretî Muhemmed tê kirin cîhad, şûr û edalet tê bîra mirov. Pêxemberekî wisa bû ku her ku neheqî didît, damarên eniya wî ya bi bereket diwerimîn. Heya ku neheqiyê rast neke ew ê bêdeng rûnenişte. Ummeta wî jî ummeta cîhadê bû. Dibe ku ev ummet xeletiyan bike û dev ji cîhadê berde, lê Xweda wê hin kesên din li şûna wan bişîne. Dema ku Misilman dev ji cîhadê berdin, Xwedê yên din tîne. Di ayetê de wiha tê gotin: “Eger hûn hemû bi hev re seferber nebin, Xwedê wê we bi ezabek bi jan ceza bike û li şûna we civateke din bîne cih û hûn jî bi şer neçin ola wê qet zirarê nadin. Lewra Xweda qadirî her tiştî ye.”

"Stenbol bi felaketeke ji erdhejê mezintir re rû bi rû ye"

Goktaş Xoce, anî ziman ku Stenbol wekî "Stenbola Pîroz" tê binavkirin û sedema vê yekê jî wiha got:

“Ne pir, ne tunel û ne jî asîmanên wê Stenbol kirin pîroz. Ya ku Stenbolê dike pîroz, Sihabî, Ebû Eyûb el Ensarî, Îslam, mizgeft û qubeyên wê ne. Sedema ku hemû ummet dilê xwe bi vê derê ve girê dide jî ev e. Stenbol bi felaketeke ji erdhejê mezintir re rû bi rû ye. Ey zarokên Fatîh û Selahedînê Eyûbî! Hay ji vê xetereyê hebin, Xweda temsîliyeta Îslamê ji me distîne û digihîne cihên din. Li dinyayê binêrin, li Xezzeyê binêrin. Îro em serê xwe li ber erdê ditewînin. Divê Tirkiye û Stenbol ne wisa bin. Divê em bi qasî zanîngehên Amerîkayê mezin bin. Em bi qasî zanîngehên Ewropayê ne baş in. Li zanîngehên wir meş û boykot kirin. Niha di greva birçîbûnê de ne. Hemû yek bi yek tên girtin. Stenbola ku zanîngehên mezin lê ne, şiyar bibe! Ez sond dixwim, hûn bi xeterek mezin re rû bi rû ne. Xwedê dikare rûmeta we bistîne. Ji ber vê yekê em bang li zanîngehan dikin. Ev têrê nake. Bi deh hezaran jin û zarok hatin qetilkirin û hîn jî tên qetilkirin. Ji ber vê yekê ey zanîngehên Stenbolê rabin ser piyan. Ji bo Xezzeyê rabin ser piyan.”

"Gelî peyrewanan, ma hûn ne ji ummeta wî Pêxemberî ne?"

Goktaş Xoce xîtabî tîmên futbolê û hezkiriyên wan kir û wiha got: "Ez ji vir bangî Fenerbahçe, Galatasaray, Beşîktaşê dikim. Temaşevanên we li çar aliyê dinyayê hene. Ez bang li temaşevanên wan dikim. Dema hakem xeletiyekê bike stadyûm radibe ser piya. Ma tu tiştekî ku ji bo van zarokan bikin tune ye? Hestirek, an jî sloganek ku bê gotin nîne? Çiqas tîm hebin jî Xwedê wê hesabê vê yekê ji wan bipirse. Hûn li ser tiştê herî piçûk serî hildidin. Ma hûn nabînin ku ji bo Xwedê çi dibe? Gelî peyrewan, ma hûn ne ji ummeta wî pêxemberî ne? Em bawer dikin ku ji ummeta wî ne; paşê li gorî wê bikin.

Et mamoste, şêx, akademîsyenan… Em ji we lava dikin, ger ev qas hêza we hebe, meydan û nimêja cenazê tije dike, ji bo Xezzeyê rabin ser piyan. Werin li vir biaxivin, em dixwazin we bibînin. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir