• DOLAR 32.241
  • EURO 34.843
  • ALTIN 2446.81
  • ...
Nîqaşên perwerdehîya tevlîhev hêj di rojevê de ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî gotina “divê mektebên qîz û lawan bên vekirin” a wezîrê nû yê perwerdehîyê nîqaşên di warê perwerdehîya tevlîhev de hêj berdewam dikin. Serokê şaxa Makezanista Mantikê yê Fakulteya Îlahîyatê yê Zanîngeha Îdirê Doç. Dr. Ehmed Kaval  zirarên perwerdehîya tevlîhev nirxand û destnîşan kir dewlet mecbûr e wan telebên ku zirarê nadin bekaya milletê bi cî bîne.

Wezîrê nû yê Perwerdehîyê Yusuf Tekîn di wan heftîyên borî de destnîşan kiribû ji bo dê û bav zarokên xwe zêdetir bişînin mekteban divê mektebên ku bes qîz lê perwerdehîyê dibînin bên vekirin.

Piştî vê daxuyanîya wezîr di vî warî de nîqaş dest pê kiribûn û ev nîqaş hêj berdewam dikin.

Serokê Şaxa Makezanista Mantikê yê Fakulteya Îlahîyatê yê Zanîngeha Îdirê Doç. Dr. Ehmed Kavalê balan kişand li ser zirara perwerdehîya tevlîhev destnîşan kir divê baş bê analîzkirin ka piştî wê qanûna ku di vî warî de hat derxistin sewîyeya însanan a di warê exlaqê de baş bûye yan xera bûye.

Kaval dia xavtina xwe de weha got, “Di salên 1920î de di warê perwerdehîyê de qanûnek hat derxistin û hat destnîşankirin ew ê perwerdehî tevlîhev be. Divê meriv ji wê rojê ve rewşê baş analîz bike ka piştî wê qanûna ku di vî warî de hat derxistin sewîyeya însanan a di warê exlaqê de baş bûye yan xera bûye? Dîsa divê bê pirsîn ka  xortên me li hember dê û bavên xwe çawa muamele dikin, gelo di warê exlaqê esnaftîyê de başbûn an xerabûn heye? Dema ku em temamê van tiştan û tiştên wisa yên ku nehatine zikirkirin em bidin berhev û nirxandinekê bikin em ê bibînin ku tu feydeya wê perwerdehîya tevlîhev ji civakê û ji însanên me re çênebûye.”

Kaval di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir dewlet mecbûr e wan telebên ku zirarê nadin bekaya milletê bi cî bîne.

Kaval di dawîya axavina xwe de weha îfade kir, “Dewlet nikare di warê wan tiştên ku di adet û kevneşopîyên milletê de hene bêyî hincetekê qedexe bike… dewlet mecbûr e wan telebên ku zirarê nadin bekaya milletê bi cî bîne. Dîsa divê dewlet pêşîya wan tiştên ku zirarê didin xorta û malbatê bigire.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir