• DOLAR 32.435
  • EURO 34.636
  • ALTIN 2388.851
  • ...
Li Hîndistanê trafo teqîya: 15 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, di trafoya ku li peravê Behra Alaknandaya herêma Chamoli ya wîlayetê Uattarkandê ye de pêk hat.

Li gorî medyaya welat di trafoyê de teqîneke ku hêj sedema wê nayê zanîn pêk hat. Ji ber teqînê 15 kesên ku ceryanê bi wan girtîye canê xwe ji dest dan, çend kes jî birîndar bûn.

Rayedaran îfade kirin ku di navbera mirovên ku mirine de sê polês jî hebûne.

Mirovên birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir