• DOLAR 32.214
  • EURO 34.774
  • ALTIN 2423.818
  • ...
Ji teref siyonîstên îşxalker ve êrîş li Mescida Eqsayê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cihûyên siyonîst ji saetên serê sibê ve di bin parastina polîsên qaşo êrîş li Mescîda Eqsayê de kirin.

Xespkarên cihû ji Deriyê El-Mexarîbe (Fas) derbasî Mescîda Eqsayê bûn.

Li gorî Rêveberiya Weqfên Îslamî, nêzî 600 çeteyên Cihû li Mescîda Eqsayê merasîmên Telmûdiyê pêk anîn.

Polîsên qaşo yên rejîma îşxalker destûr nedan murabitên Eqsayê bikevin Mescîdê.

Rejîma îşxalker a siyonîst di merasîmên telmûdê de ji bo parastina çeteyên cihûyan polîsên qaşo bi kar anî.

Piştî zilmê çeteyên cihû li Bajarê Kevin a Qudsê ya dagirkirî belav bûn.

Di her du rojên ewil ên Cejna Pesahê de 1167 çeteyên cihû êrîşî Mescîda Eqsayê kirin.

Tê pêşbînîkirin ku ji ber Cejna Pesahê ku ji 22ê Nîsanê dest pê dike û heta êvara 30ê Nîsanê berdewam bike, êrişên Cihûyên siyonîst ser Mescîda Eqsayê zêde bibin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir