• DOLAR 32.267
  • EURO 34.803
  • ALTIN 2412.605
  • ...
STKyan: Hîcret, ji bo Xwedê ji her zorîtîyê re tehemûl kirine
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bal hat kişandin ku sersala Hîcrî di dîroka Îslamê de ji bo Misilmanan nûqteyeke werçerxê ye û hîcret jî ji bona Xwedê ji her zorîtîyê re tehemûl kirine.

Serokê Weqfa Perwerdehî ya Îdealê Muhammed Şakîr di peyama xwe de sersala hîcrî ya hemû Misilmanan pîroz kir û got ku meha Miharremê jî ji bo hemû Misilmanan mibarek be.

Şakîr di peyama xwe de weha axivî, “Sersala hîcrî di dîroka Îslamê de ji bo Misilmanan nûqteyeke werçerxê ye. Dema ku em bikevin nav vê salê divê ku em du tiştan bidin ber çavên xwe. Dema ku sersala hîcrî tê, di nav xelkê me de nerînekî ku ji alîyê rojavayê hatîye çêdibe lê ev nêrîn di çand û medenîyeta Îslamê de cîhekî wî tuneye. Divê em bi rehetî ji îro pê ve bibêjin hewceye ku Misilmanan ev nerînê vegerînin. Meneya yekem a sersala Hîcrî tefekkur ya duyem jî zanibûna meneya hîcretê ye. Yanê em di sala ku ji paş ve maye de zanibin ku me çi kirîye an jî çi nekirîye, yanê me çi qezenc kirîye an jî çi qezenc nekirîye, divê em mihesebeya ev tiştê bikin.”

MUHAMMED ŞAKÎR

“Dema ku em qala sersala nû bikin divê ku teqwîyeya îmanê were eqlê Mominan”

Şakîr di berdewama axavtina xwe de bal kişand dema ku mirov bikeve sersala nû xwe bike nav tefekkurê û li ser ev tefekkurê jî xwe mihasebe bike, “Divê dema ku em qala sersala nû bikin ji hişê Momin re teqwîyeya îmanê were. Divê ku em jîyana xwe gotinên xwe û emelên xwe di çarçoveya Quranê û sîyerê de mitebiq bikin û bi wê şeklê bijîn. Ji ber vê yekê em wek mirovekî tacir defterê xwe vebikin û lê binhêrin gelo me kar kirîye an jî zerarê kirîye, bi vê şeklê divê em mihasebeyê bikin. Bi vê şeklê ji bona sibê û disbê îmkana tobe û îstîxfarê heye. Dema ku em wê firsedê bi kar bînin em ê bikevin nav xebateke ku em cardin nekevin wan xetayan.”

Şakîr di dawîya axavtina xwe de weha got, “Herî dawîn jî divê em di meseleya emrî bîl maruf û nehyî enîl minker de xwe bikin hesabê ku gelo me ev wezîfeya xwe bi cîh anîtîye an jî na. Ji ber xizmetên ku me di nav salê de bi kar anîtîye şikrê xwe zêde bikin û ji bo sala nû jî xebatên xwe zêde bikin û di rêya xizmeta ji Îslamê re de xwe rabikin pîya.”

“Hîcret; şehadet, esaret û hîcretê ya ku ji dewa rîsaletê ye yek e”

Şakîrê ku bal kişand hîcret ji sêmendên dewa rîsaletê yek e weha got, “3 dibistanên rîsaletê yên ku nayê veqetandin hene. Ji vana yek şehadet e, yê duyemîn esaret e û yê sêyemîn jî hîcret e. Hîcret nigê herî muhîm û tesîrdar yê ev meseleyê ye. Ji ber vê yekê em di jîyana hemû pêxemberan de an rasretar an jî nerasterast tesîra hîcretê dibînin. Li vê derê de hîcreta Hezretî Îbrahîm ji bo dewa Tewhîdê destpêkeke mezin e. Di dawîyê de jî hîcreta Pêxemberê me tê.”

Şakîrê ku hîcretê wek çareserîya Rebbanî a li ser pirsgirêka ku dema rêya xebata dewetê bê girtin û cudakirina rê ye wesifand weha axavtina xwe berdewam kir, “Mixabin di dewra Mekkeyê de ewakî bûye û Pêxemberê me jî ji bona ku rêyeke nû vebike çûye Medîneyê. Hîcreta li vê derê ne reve, ji bona vegerê hazirîyek û meseleya kombûnîyê ye. Bira Xwedê Teala cardin ji Misilmanan re şiûra hîcretê bike nisîb. Sersala hîcrî bira ji ummeta Îslamê re, xisûsen ji Misilmanên ku di erdnigarîya Îslamê de pirsirêkên cuda dibînin re bibe wesîleya rêya derketinê.”

RECEP BOZKURT

Endamê Sazîya Weqfa Êtîman Recep Bozkurt jî di peyama xwe ya ku belav kir de weha got:

“Em wek Weqfa Êtîman ji Rebbê xwe daxwaz dikin ku bira ev sersala Hîcrî ya nû ji xelasî, wehdet, pêşveçûna meddî û menewî, yekîtî û hevkarîya ummeta Îslamê re bibe wesîle.

Em wek Weqfa Êtîman bi daxwazîya bîrvanekirina birayên me yên êtîm û sêwî  ji Xwedê daxwaz dikin ku bira sersala hîcrî ya nû bibe wesîleya xêrê.”

“Hîcret, terzeke gihandina peyamên bi rehmet ên Resûlê Xwedê ji însan û welatên dinê re ye”

Peyamekî jî ji teref Serokê Bajarê Dîyarbekirê yê Memur-Senê Ramazan Tekdemîr ve hat belavkirin.

RAMAZAN TEKDEMÎR

 

Tekdemîr hîcretê weha wesifand ku hîcret; meseleya rêwîtîya zor û zehmet û bi îbret a ji bona Xwedê dev jê berdena ji dê, bav, yar, mal û can e. Tekdemîr dûre ji axavtina xwe re weha berdewam kir, “Hîcret; ji bona Xwedê ji hemû zor û meşeqetê re navê tehemûl kirinê ye, terzeke gihandina peyamên bi rehmet ên Resûlê Xwedê ji însan û welatên dinê re ye. Bi minasebeta detpêkirina sersala hîcrî ya nû ji Xwedê Taela daxwaz dikim ku ji bo alema Îslamê bibe wesîleya xêrê, ji hemû însanan re bibe wesîleya seadet û hizûrê.”

Tekdemîrê ku diyar kir bira ev sersala nû ji xelasbûna zilmê a hemû diyaran, azadbûna Misilmanan, ji azadbûna hemû mekanên pîroz wek Mescîdî Eqsayê re bibe wesîle, “Hîcret, çalakîyekî ku ji bo Xwedê tê kirin e û tewreke ku tê nîşandane. Divê ku em jî meneya esil a Hîcretê fêhm bikin, dersan derxin û wê rêwîtîya ku Pêxemberê me û eshabîyên wî jîyan kirine ji bo xwe fêhm bikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir