• DOLAR 32.227
  • EURO 35.03
  • ALTIN 2501.802
  • ...
Ulema: Boykota li dijî malên îsraîlê li ser Misilmanan berpisyarîyeke
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ulemayên ku beşdarî bernameya “Di Tofana Eqsayê de Mesûlîyeta Ulemayê” ku ji teref ÎTTÎHADÛL ULEMA ve li Diyarbekirê hat lidarxistin bûbûn, di heqê mijarêde nirxandinan kirin û bal kişandin ku hewceye malên rejîma îşxalker û destgirên wan bên boykotkirin.

“Kesên ku nikarin bi mal û milkên xwe cîhadê bikin, hewceye ku boykotê bikin”

Mela Hamdullah Geylanîyê ku ji navçeya Norşîna Bedlîsê beşdarî bernameyê bûbû wisa peyivî, “Îro em hatine hanê ji bo xatirê ku Misilman hişyar bibin, ji no xatirê ku dinê xwe bipirsin, ji bo na namûsa xwe, wetenê xwe xwedî derkevin. Çawa ku kafir alikarîyê hev dikin, ji welatê dûr tên alikarîya hev û dixwazin ku Misilmanan ji holê rakin, em jî dixwazin ku dengê xwe bidin sehkirin giştikî Misilmanan. Li ser me wacibe ku em malê wan fillehan, Cihûyan nestînin. Ji bo xatirê ku nebe gule û neçe ser serê Misilmanan. Kesên ku nikarin bi mal û milkên xwe cîhadê bikin, hewceye ku boykotê bikin. Bila zarokên xwe re bibêje ev malê îsraîle, malê Amerîkaye, em nestînin ku bila nebe gule û li Misilmanan nekeve. Eger ku ev tiştan nekin Xwedê zane ku hemu jî mesûlin û nikarin bersiva xwe li Rebbul alemîn bidin. Eger dixwazin ku ji agirê ‘ezabê xilas bibin gerek hun bi destê xwe bibne mani’. Ji malê xwe nikaribin jî qet nebe bi qelbê xwe nefret, ji wan bikin. Ew jî zeîfbûna herî kêm a îmanê ye. Îro em nikaribin boykotê bikin emê karibin çi bikin? Em nikarin fuzeyan bişînin. Kafir giştik li dijî Misilmanan kom bûne. Gerek em bixwe jî kom bibin û li hemberî kafiran derkevin. Qudsa ku Rebbeê alemê weke qibleya ewil nasî me kiriye gerek ji destê wan kafiran mihafeze bikin.”

Emrûllah Geylanîyê ku yek ji wan ulemayên ku ji Norşînê hatibû bernameyê wisa xeber da û got ku,

“Gerek him alim him jî amîr gorevên xwe bikin. Gerek di nava alema Îslamê de biştexilin him jî eşqa cîhadê têxin nava Misilmanan. Ên ku karibin cîhadê bikin bila cîhad bikin, yên boykot dikin bila boykot bikin, yên ku dua dike bila dua bikin herkes li gorî qeweta xwe ji alema Îslamê re ji Xezzeyê re alikarîyê wan bikin. Bi her awayî cîhad li ser alema Îslamê ferz e. Gerek em eşqa cîhadê têxin nava Misilmanan yana emê ji her awayî mesûldar bin. Herkes li gor qeweta xwe gerek goreva xwe pêk bîne. Yana em li ber Xweda mesûlin. Weke Resûlê Xweda dibêje, “Kî xerabiyê bibîne bila bi destê xwe biguhere. Ger nikare bi destê xwe biguherîne, bila bi zimanê xwe biguherîne. Eger bi zimanê xwe nikaribe biguherîne, bila bi dilê xwe biguherîne, ku ev qelstirîn dereceya îmanê ye.” Xêra bi cîhada dest cuda ye, bi dev cuda ye. Gerek mijara Qudsê li Misilmanan re nedin bîr kirin. Gerek alim her tim bînin rojevê û zorê li amîran jî bikin.”

“Alim û ehlên medreseyan gerek her tim bibin pêşîvanê civakê”

Mela Yûnis Bavyanî bi di serê şitexaliya xwe de ji bo saz kirina vê bernameyê teşekkûrî ÎTTÎHADUL ÛLEMAyê kir û wiha dest bi gotinên kir:

“Weke helwesta alimên di derbarê Qudsê, Qibla yekem a Mislimanan de, divê hemû Misilmanên cîhanê xwedî helwestek yekdeng bin. Tişta ku di destê wan de ye gerek bê kirin. Li ser Qudsê bipeyivin. Doza Qudsê doza hemû misilmanan e. Pêxember (Silava Xudê lê be) hînî me kiriye ku Misliman wek bedenekê ne. Heger yek ji wan cefayê bikişîne, divê hemû ummet cefayê bikişîne. Xem û kedera xwe parve bikin. Ji ber vê yekê alim û ehlên medreseyan gerek her tim bibin pêşîvanê civakê. Înşallah bi van bernameyan Misilman hişyar bibin û ji bo Mislimanên Eqsayê bibe wesîleya piştgrîya fiîlî. Înşallah di demeke nêz de Eqsa wê rizgar bibe. Xwedê serketinê bide Mislimanan." (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir