• DOLAR 32.397
  • EURO 34.583
  • ALTIN 2380.676
  • ...
Xelqê Efxanistanê ji bo îbadeta qurbanê bi cî bîne berê xwe da bazarên qurbanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji dîmenên ku ji cihên bazarê hatin qeydkirin tê dîtin ku gel eleqeyeke zêde ji qurbanan tê nîşandan û firoşker jî gelek zêde ne.

Tacirên li bazara heywanan derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kirin.

“Dema ku welatê me di bin îşxala Amerîkayê de bû karên me nebaş bûn, lê a niha baştir e“

Tacirê bi navê Semîullah Fettah derbarê mijarê de got ku karê wan di îda borî ya qurbanê de jî baş bûn, lê belê di vê îdê de baştir e û wiha got: “Dema ku welatê me di bin îşxala Amerîkayê de bû karên me nebaş bûn, lê a niha baştir e. Lê divê bê gotin gelê Efxanistanê rewşa wê ya îqtîsadî gelek xirab e. Ji ber vê yekê di standina qurbanan de zehmetîyê dikşîne. Herî zêde pez distînin. Di destê min de nêzî 100 heb heywan hene. Ez bawer dikim ew ê di nava 2 rojan xelas bibin.”(ÎLKHA)

 

 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir