• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em ê goştê qurbanan ji kesên muxtac re belav bikin û nêzî Xwedê bibin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ji ber minasebeta Îda Qurbanê çû memleketê xwe Batmanê û li Camîya Qudretê nimêja îdê kir û îda xelqê pîroz kir.

“Xweda Teala vê kêf û şahîyê bike nesîbê wan qelbên bi mehzûn”

Yapicioglu piştî nimêjê daxuyanîyek da û got ku hemd ji Xwedê re ku cardin kir nesîbê wan ew bighijin îdê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rebbê min vê kêf û şahîya îdê bike nesîbê wan kesên ku ev bû demeke dirêj ji ber zilm û zordarîya ku li wan tê kirin nikarin bijîn. Di 6ê Sibatê de du erdhejên dijwar pêk hatin û di van erdhejan de zêdetirî 50 hezar însanên me rehmet kirin. Hêj êşa me zêde ye.”

“Em ê goştê qurbanan ji kesên muxtac re belav bikin û nêzî Xwedê bibin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser zilmên ku li ser erdên ummetê tên kirin û wiha got: “Hêj li Filistîn, Sûdan, Arakan û çar alîyên coxrafyaya Îslamê pevçûn û şer berdewam dikin û hêj xwîn diherike. Birayên me yên ku bi birçîbûnê re rûbirû mane hene.  Lê digel vê yekê em ji Xwedê re hemd dikin ku kir nesîbê me em bighijin îdê.Îd parvekirin e û qurban ji Xwedê re nêzbûn e. Em ê goştê qurbanan ji kesên muxtac re belav bikin û nêzî Xwedê bibin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir