• DOLAR 32.25
  • EURO 34.851
  • ALTIN 2421.327
  • ...
HAMAS: Îşxalkeran ew ê li hember berxwedanê zeferê qezenc nekin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di encama êrîşa rejîma îşxalker a ku doh li Cenînê kir de hejmarê şehdîan derket 6 kesan.

Wezareta Tenduristî ya Filistînê, daxuyand ku di êrîşa rejîma îşxalkeran a ku doh li Cenînê kir de 6 Filistînî şehîd bûn, 21 jê giran 91 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, destnîşan kir mirovên ku şehîd bûne Ahmed Yusuf Sakrê 15 salî, Xalid Azzam Asaisayê 21 salî, Kassam Faysal Ebu Seriyyeyê 29 salî, Kays Mecdi Cebbarinê 21 salî, Ahmed Xalid Fayiz Diraximeyê 19 salî û Emced Ebu Caasê 48 salî ye.

Tevgera Berxwedanê yê Îslamî (HAMAS), îfade kir ku berxwedana li bajarê Cenîna Şerîaya Rojava saxlem, bi qewet û nayê tewandin e.

Hazim Qasimê ji berdevkên HAMASê, di daxuyanîya a li ser êrîşa rejîma îşxalkeran a li Cenînê kir de, îfade kir ku berxwedan li Şerîaya Rojava bi qewet e û îşxalkeran li Cenînê li hember berxwedanê nikare zeferê qezenc bike.

Kasim diyar kir ku îşxalkeran ew ê li hember berxwedanê îro jî û ji îro pê ve jî winda bike, ew ê îşxalkeran di rojên pêşîn de zêdetir hemberî berxwedanê were.

Kasim, daxuyand ku komên berxwedanê, îşxalkeran di alîyê taktîk û çekan de matmayî dike, ev jî nîşan dide ku qeweta berxwedanê zêde bûye.

Doh di navbera îşxalkeran û berxwedêran de pevçûn derketibû.

Tugayê Cenînê yê Tugayên Îzzedîn El-Qessamê daxuyandibû ku ew îşxalkeran kirine nav kemînekî.

Hatibû daxuyandin ku berxwedêran herî kêm 7 leşkerên îşxalkeran birîndar kiribûn û 5 wesayîtên wan jî tehrîp kiribûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir