• DOLAR 32.413
  • EURO 34.864
  • ALTIN 2384.173
  • ...
Nivîskar Baran: Li herêma erdhejê gel mexdûr û şepirze ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Em di nav enqazê de bûn, me serê xwe rakir me dît ku hinek kes hatine alîkarîya me, av û xwarin ji me re anîne û dixwazin ji me re bibin alîkar. Ev kes ji Cizîr, Şirnex, Êlih û li wan herêmên din hatibûn”

Baran di nirxandina ku kir de balan kişand li ser rewşa erdhejzedeyan û wiha got: “Em hatin herêma ku lê erdhej çêbûye. Ev hatina me him ji bo ders û ibret girtinê û him jî ji bo dîtin û tespîtkirina mexdûrîyeta xelkê herêmê. Ziyareta me ji Entabê dest pê kir. Li wê derê pir zêde zirar tunebû; lê belê li qezayên wê pir zaîyat hebû. Him li qezayan û him jî li gundan. Me dît ku li gundekî tenê 500 kes canê xwe ji dest dane û yên sax mayî jî cihekî ku ew herin lê bistrin tune ye. Ji naçarî di konan de mane. Hinek ji wan jî ehlê xwe şandina ba nasên xwe û ew li ber erd û heywanên xwe dimînin. Bi kurtasî gel mexdûr û şepirze ye. Lê di ser vî halî de jî ji me re mazûvantîyeke mezin dikin û dixwazin di nav wî halê xwe de ji me re îkramekê bikin.Ên li herêma erdhejê ji me re dibêjin, em di nav enqazê de bûn, me serê xwe rakir me dît ku hinek kes hatine alîkarîya me, av û xwarin ji me re anîne û dixwazin ji me re bibin alîkar. Ev kes ji Cizîr, Şirnex, Êlih û li wan herêmên din hatibûn. Ev kes ji nasên me zûtir xwe gihandin me. Însanê li vê derê yên Tirk jî ji me re dibêjin me nizanibû ku Kurd ew qas alîcenab in, ew qas alîkarîxwaz in. Me wan bi vî şiklî nizanibû.”

Baran di berdewama axavtina xwe de wiha got:”Bi izna Xwedê ev zelzeleya ku pêk hatiye ew ê biratîya her du qewman derîne pêş. Ne Tirk bi tena serê xwe dikarin li ser pîyan bisekinin ne jî Kurd. Însanê me bi xwe jî qala vê yekê û ehemmîyeta wê dikin.Sazîyên sîwîl ji roja ewil ve li herêmê ne û alîkarîyê kirin. Divê hikûmet jî ji v yekê ders û ibretê bistîne. Lewra ew kesên dildar û endamên sazîyên sîwîl bûn û hatin herêma erdhejê ji bo tiştên ku kirin destheq newastin û xebatê kirin. Temamê karên xwe dan sekinandin û ji bo erdhejê bûn seferber. Hinek kêmasîyên hikûmetê yên heyî ji teref van sazîyan ve hat tijekirin. Ji ber vê yekê divê hikûmet di vî warî de pêşîya wan veke û îmkanên wan baş û xweş bike. Lewra ger ev bê kirin û ger Xweda muhafeze bike sibe dîsa felaketeke wisa bê serê me ew ê ev sazî zûtir û zêdetir karibin bixebitin.”

Baran di dawîya axavtina xwe de bang li hikûmetê kir da ku di avakirina binayên nû de gavên sexlem bê avêtin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir