• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji bona şehîdên Qerejdaxê ew ê bernameya yadkirinê bê tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

PKKyê ku di salên 1990îyan de li herêmê xeyn ji xwe tu kesê qebûl nedikir, di tarîxa 10ê Adarê sala 1994an de tepînek li ser rêya gundê Gogwerîyê ya ku li navçeya Çinara Diyarbekirê ye kir û 11 misilmanan şehîd kir.

Ji teref Platforma Karwana Şehîdan ve ji bo 11 Misilmanên ku di encama kemîneke xaîn de şehîd bûne re ew ê li gundê Gogwerîyê bernameyekî yadkirinê bê tertîpkirin.

Omer Çelîkê Serokê Platforma Karwana Şehîdan hemû kesan jî da’wetê bernameyê kir.

Çelîk derheqê qetlîamê de agahî da û ew weha axivî, “Di tarîxa 1994an de 11 birayên me, li gundê Gogwerîyê ji teref maîyna ku PKKê kiribû binê erdê ve hatibûn şehîdkirin. Ev tiştê ku ji teref PKKê ve hatîye kirin ne cara yekemîn e û ne jî cara dawîn e. Dema ku ew xwe sazkirîye heta niha ji xelqê me yê Misilman re gerek bi bombeyan, gerek jî bi çekan gelek ziraran daye; ciwan, îxtîyar, pîrek û zarokan qetil kirîye. Li vê herêmê heta ku wan kesên ku dilê xwe dane de’wa Îslamê û wan kesên ku alîkarîyê didin de’wa beredayî hebin ev micadele, şehîdî û şehadet berdewam bike.”

"Em xuşk û birayên xwe yên Misilman da’wetê vê bernameyê dikin”

Çelîk di axavtina xwe de bal kişand ku ev qetlîamên ku tên kirin ew ê Misilmanan ji de’wa wan paşve nehêle û weha berdewam kir, “Misilmanan, berevajî xwe bi de’wa xwe re kirine goşt û neynok û ew ketina nav endîşeyekî yê ku ji de’wa Îslamê re xizmetekî zêde bikin. Em bi vê minasebetê bi navê Platforma Karwana Şehîdan, vê yekşema bê li gundê Gogwerîyê di seat 12.00an de dê bernameyekê tertîp bikin. Em xuşk û birayên xwe yên Misilman da’wetê vê bernameyê dikin.”

Çelîk di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ku ew bi navê Platforma Karwana Şehîdan berê jî bernameyên wek vê bernameyê tertîp kirine û weha got, “Wek ku hûn jî zanin ku me meha sibatê wek meha şehadetê eciband. Xeyn ji vê pê ve em gerek yekek an jî gerek bi komelî di salvegera şehîdan de jî bernameyên yadkirinê tertîp dikin. Dema ku Xwedê Teala ji me re bike nisîp, em ê her sal di salvegera şehîdan de van bernameyan tertîp bikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir