• DOLAR 32.218
  • EURO 34.763
  • ALTIN 2455.075
  • ...
Kerwana Hêvîyê li bajarê konê zarokê nûbûyî hembêz kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ve hat ragihandin ku li 11 bajarên ku ji 2 erdhejên mezin li Mereşê pêk hatin bi bandor bûn, di nav 20 rojan de ji 11 hezarî zêdetir pitik hatin dinyayê.

Yek jiw an zarokan jî li Parka Millet a Îskenderunê hat dinyayê. Zarokê ku hat dinyayê navê wî Muhemmed danîn.

Kerwana Hêviyê ji Muhammed re hembêzê xwe vekir û hemû pêdiviyên zarokê radestî malbatê kirin.

Temsîlkarê Tuzlayê ya Karwana Hêvîyê Resul Alinmiş derheqê bûyerê de agahî da û weha got, “Em li Hetayê li Parka Millet a Îskenderunê ne. Ji roja ‘ewil a erdhejê em li vê derê ji xelkê xwe re xizmetê dikin. Xizmeta me ya dayîna rojê 3 dan şîv hêj didome. Li konbajaran zarokên nû tên dinyayê. Ji bo ku ji zarokan re alîkarî bê kirin serlêdan tên kirin. Em jî ji wan re potê zarokan, mama, cil û berg û lazimatîyên dinê temîn dikin û didin wan. Em ji xêrxwazên xwe hêvîdarin ku bira alîkarîyên xwe ji Karwana Hêvîyê re bidin. Xwedê bira ji hemû xêrxwazên ku alîkarîyê dane me razî bibe. Rewşa xelkê li vê derê dilê mirovan perçe dike. Xwedê Teala bira bi lez û bez ev musîbet û belayê li ser serê wan rabike û me xelas bike.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir