• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Sûrîyeyê piştî erdhejê 2 kes ji ber şoba kolerayê mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahiyên ku Helmetên Spî yên li ser bingeha saziyên tenduristiyê yên li welêt bidestxistin, li Rojavayê 568 bi Kolerayê ketine û 22 kes jî ji ber şobê mirine.

Hat destnîşankirin ku ji ber erdhejê zirareke mezin gihandiye binesaziyê, avahî û kanalîzasyonê û di vê mijarê da metirsiya şobê zêde bûye, hat diyarkirin ku ji bo pêşîgirtina li şobê xebatên berfireh dewam dikin.

Rayedarên Helmetên Spî di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniya Emrîqayê de bal kişandin ser wê yekê ku piştî erdhejên li Mereşê 2 kesan di şobê de canê xwe ji dest dane.

Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, di raporekê de ku hefteya borî hat weşandin, destnîşan kir ku serhildana domdar pirsgirêka "kêmbûna ava paqij" ya li seranserê welêt girantir dike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir