• DOLAR 32.265
  • EURO 34.834
  • ALTIN 2433.229
  • ...
Li 71 Bajarî ewê perwerdehî sibe dest pê bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî erdhejên bi meznahîya 7,7 û 7,6an yên ku li Bazarcix û Elbîstanê pêk hatin de li temamê welat 7 roj şîn hat îlan kirin, digel vêya jî ji bo perwerdehîyê wexta betlaneya 15 rojî jî hat dirêjkirin û navber hat dayîn.

Wezîrê Perwerdehîyê Mahmût Ozer, derheqê dest pê kirina perwerdehîya ku ewê li herêma erdhejê û 71 bajarên din de daxuyanî da.

Ozer, weha got, “Niha em 465 hezar welatîyên xwe dihewînin. Duşemê em li 71 bajarî dest bi perwerdehîyê dikin. Emê ji derheqê dest pê kirina perwerdehîyê a li 10 bajaran de daxuyanîyê bidin. Heta niha 35 hezar û 24 xwendekaran neqlê xwe girtin bajarên din. Ji niha û pê ve Wezareta Perwerdehiya Neteweyî dê bi hemû îmkanan ve were wargehan û neqla xwendevanan bi awayekî otomatîk werbigire. Xendevanê min ên derin sinifa 8an û 12an kitêbên wanê temamê dersan me amade kir. Ewê di rojên pêşîn de bên belavkirin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir