• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Jina ku di bin xirbeyan de welidiye bi tevî pitika xwe re hat definkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di erdhejên ku bi mezinahîya 7,7 û 7,6 ku navend Bazarcix û Elbîstan bu de, Semsûr jî tesîrdar bû.

Hat hînbûn ku li Semsûrê di bin xirbeya avahîyek de pîrekek bi hemle jî hebû û pîrek di bin xirbeyê de zarokê xwe aniye dinyê û her dû jî rehmet kirin.


Mellê Mizgefta Goristana Nû Mehmet Tahir Dûrmûş, di dema anîna kesên ku di erdhejê de wefat kirine bûyereke bi êş jiyaye û weha got, “hevalekî min pirsek ji min kir û got ‘seyda pîreka min di bin xirbeyê de welidîye û wefat kiriye lê navika pitika min ne hatîye birîn gelo ez wî bi dîya wî re yan bi tenê defin bikims.’ Min guh da û wijdanê min ji min re got ‘dev jê berde bila li cem dayîka xwe be.’ Me bûyerek bi vî hawî bi êş dît.“ (ÎLKHA)


Bu haberler de ilginizi çekebilir