• DOLAR 32.221
  • EURO 34.735
  • ALTIN 2452.003
  • ...
Li Dîyarbekirê hejmarê mirîyan derket 120 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berîya du rojan li Mereşê di seat 04.17an de di mezinahîya 7,7an de; di seat 13.24an de di mezinahîya 7,6an de du erdhejên mezin pêk hatin.

Erdhej; li Mereş, Kîlîs, Dîyarbekir, Edene, Kinikan, Entab, Riha, Semsûr, Meletî û Hetayê bû sedema xerabûnên mezin.

Li Dîyarbekirê jî li navçeya Yenîşehîrê 2, li Rezan 4 avahî bi tevahî 7 avahî bi temamî xera bûn. Li alîyekî xebatên enqazê didome, li alîyekî jî hejmarê mirî û birîndaran jî zêde dibe û ev hejmaran jî dem bi dem tên nûkirin.

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca di daxuyanîya xwe de îfade kir ku li gorî daneyên doh di seat 21.35an de hejmarê mirîyan derket 120 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 854 kesan.

AFAD jî daxuyandibû, di encama erdhejên ku li Mereşê pêk hatin de hejmarê mirîyan derket 7 hezar û 108 kesan, 40 hezar û 910 kesan jî birîndar bûn. Hejmarê avahîyên ku xera bûne 5 hezar û 775, hejmarê îxbarên ku ‘xerabûne’ jî derket 11 hezar û 302 heban. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir