• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Buroya Çapemenîyê ya Cemaata Hîzbullah derheqê erdhejê de peyamek belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Buroya Çapemenîyê ya Cemaata Hîzbullah ve derheqê erdheja ku li 10 bajaran pêk hat û bû sedema gelek mirin û ziraran de peyamek hat belavkirin.

Di peyama ku hat belavkirin de wisa hat gotin:

Bîsmîllahîrrahmanîrrahîm

Em ji Xwedê ji bo wan kesên ku di felaketa erdhejê de rehmet kirine rehmetê û ji bo wan kesên ku birîndar bûne re jî şifayê teleb dikin. Dîsa em ji bo temamê xelkê xwe yê ku bi şiklekî ji erdhejê tesîrdar bûye re jî sebrê teleb dikin.

Musîbet mezin û bar giran e, roj ew roj e ku em ji hevdû re bibin alîkar, destê xwe ji hevdû re dirêj bikin û di karên xêrê de bikevin pêşbirkê. Roj ew roj e ku em kar û barên bi feyde bikin, roj roja biratîyê ye.  Roj roja kirina diayan e. Di rojeke wisa de nîşan bidin ku hûn li ba nas û dostên xwe ne. Dîsa bêyî ku hûn ji karên wezîfedaran re bibin asteng ji wan kesên ku li qada enqazê dixebitin re bibin alîkar. Biçin ba wan kesên ku li navendên civînê kom bûne û bi wan re bin. Bi wan re tebessûm bikin, bibin hevderdê wan û bi wan re bigirîn.

Temamê sazîyên alîkarîyê yên li Tirkîyeyê hewl didin li gor îmkanên xwe alîkarîya birayên xwe bikin. Xweda xêra tevekan qebûl bike. Di vê navberê de divê sazîyên alîkarîyê Suriyê û gelê Suriyê ji bîr nekin. Divê em ji bîr nekin ku ew xuşk û birayên me yên li Sûrîyê ji herkesî mexdûrtir in.

Xweda, Mislimanan bi musîbeteke ku nikaribin rakin îmtîhan neke.

Buroya Çapemenîyê ya Cemaata Hîzbullah…”(ÎLKHA)

 

 

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir