• DOLAR 32.195
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2505.67
  • ...
Ji Êvîndarên Pêxember û Cemîyeta Mustazafan  ji êrîşa ku li Swêdê li Qurana Kerîm  hat kirin re bertek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîyên ku hatin belavkirin de ew êrîşa ku ji teref dijminên Îslamê ve li Swêdê li hember Qurana Kerîm hat kirin, hat telînkirin.

Adnan Akgonulê Serokê Platforma Evîndarên Pêxember derbarê mijarê de destnîşan kirî ew dijminên Îslamê yên ku xwedî kîn û nefret in ji bo bighijin hedefên xwe êrîşî Qurana Kerîm û muqaddesatên Îslamê dikin ku ew ê di vî warî de wek berê ti car bi ser nekevin. Akgonul dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ger alema Îslamê û Misliman bi heqê wê bertek ji vê êrîşê re nîşan bidin bi izna Xwedê ew ê ew kesên ku dijmintîyê dikin cardin ji tiştekî wisa re teşebbus nekin û ew ê li hember yekîtîya Îslamê tarûmar bibin. Divê rayedarên  hikûmetê temamê pêwendîyên xwe yên dîplomatîk ji bînî bi Swêdê re qut bikin.”

Murat Aslanê Serokê Cemîyeta Mustazafan  jî derbarê mijarê de destnîşan kir, ew kesên ku hewl didin bi zimên xwe nûra Xwedê ji holê rakin di nav hewldaneke beyhûde de ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Qurana Kerîm ji bo Mislimanan rêberê jiyanê ye.  Em temamê Mislimanan vedixwînin wê mîtînga lenetkirinê ya ku dê sibe di seat 13.00an de li Êlihê bê kirin, dikin.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir