• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Îşxalkerên sîyonîst kesekî şehîd, 12 kesan jî birîndar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îşxalkerên sîyonîst yên ku ji muameleyên xwe yên wehşanî re sînorê nas nakin, despotîya xwe didomîne.

Di 2ê Çileyê de hêzên îşxalkeran li Beytu Rîmaya ku girêdayê bajara Ramallahê ye êrîşî Filistînîyan kir û di encama êrîşê de Filistînîyan jî bersivên wan dan. Di vê bûyerê de 11 Filistînî birîndar kirin û 2 Filistînîyan jî êsîr girtin. Hat hînbûn ku di nav êsîran de Basil El-Berğusiyê ji êsîrên berêye jî hebûye.

Îşxalkerên ku di dema êrîşê de gelek guleyan berê Filistînîyên ku ji wan re bersiv dan re dan, 11 ciwanan ji çokên wan birîndar kirin û gelek Filistînî jî ji ber gazên bombeyan nikaribûn hilma bistînin û ji mirinê filitîn.

Xeyn ji van êrîşan rejîma îşxalker êrîşî Kampa Miltecîyan a ku li Ed-Dehîşeyê ye kir û li ev derê jî ciwanekî şehîd kir û ciwanekî jî birîndar kir.

Adem Isam Şakir Iyadê 15 salî di dema êrîşê de birîndar bû û li Nexweşxaneya Hikumeta Beytu Calayê digel temamê midexeleyan şehîd ket. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir