• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
6 kesên ku di qezaya li Mêrdînê de canê xwe ji dest dan li Mîdyadê hatin definkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh di seatên serê sibê de serwîsa ku karkerên zanîngehê û walîtîyê tê de bûn ji Mîdyadê ji bona ku biçe Mêrdînê bi rê ketibû û di rê de qelibîbû û qeza kiribû. Di encama wê qezayê de 6 kes canê xwe ji dest dabûn û 5 kes jî birîndar bûbûn.

6 kesên ku di encama qezayê de canê xwe ji dest dabûn di mizgeftên cuda de nimêjên wan hatin kirin û li navenda Mîdyadê û gundên Mîdyadê hatin definkirin.

Fatma Kaya, Bûşra Keleş û Ruken Adam di Goristana Esrî ya Mîdyad Kalo de; Kamuran Onen û Yusuf Tunç di Goristana Esrî ya Qîbleyê de; Abdullah Macît jî li gundê Heştrekê hatin definkirin.

Di dema definê de heval û eqrebeyên rehmetîyan histêrkan rijandin û lûbandin.

Hat hînbûn ku Buşra Keleş mamoste ye, Fatma Kaya di Sazîya Alîkarkirina Rakirina Gund û Çandinê de wezîfedar e, Ruken Adam, Abdullah Macît, Yusuf Tunç û Kamuran Onen jî di yekîneyên ku girêdayê Walîtîyê ne de dixebitin. (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir