• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Li Fîlîpinan lehî: Hejmarê mirîyan derket 51 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daneyên ku teref Sazîya Rêveberî û Kêmkirina Rîskên Afet yê Neteweyî ve hat belavkirin, di lehîyan de 51 kes mirin, 16 kes jî birîndar bûn, ji 19 kesan jî xeber nayê girtin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji mirîyan 25 kesên wan ji Mindanaoya Bakurê ne, li welat a ku baran xwe zêdetir tesîrdar kirîye 34 bajêr û herî kêm 10 herêm ji lehîyê tesîrdar bûne.

Hat diyarkirin ku 600 hezar mirov ji lehîyê tesîrdar bûn, 51 hezar û 456 kes ji cîhê xwe bûn, 8 hezar û 600 kes jî hêna li hêvîya tehlîyeyê ne.

Ji ber lehîyê gelek pir û rê jî ji çûndin û hatinê re hatine girtin û ji hinek herêman re jî av û ceryan nayê dayîn.

Herî kêm li 22 bajaran “rewşa afetê” hatîye îlankirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir