• DOLAR 32.218
  • EURO 34.75
  • ALTIN 2447.183
  • ...
ÎLKHA, mexdûrên lehîyê yên ku li Brundîyê micadeleya jiyanê didin kişand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rojnamegerên ku li herêma xebatên alîkarîyê yê Komeleya Ewrupa Yetîm Elîyê dişopînin, rewşa giran a kampê bi kamerayên xwe kişandin. Însanên ku bû 3 sal in di konan de dijîn him micadeleya birçîbûnîyê him jî bi sermayê re micadeleyê dikin.

Zarokên êtîm yên ku di kampê de dijîn di nav avahîyekê de li ser betonê radikevin. Dildarên Ewrupa Yetîm Elîyê ku mexdûrîyeta li herêmê bihîstin, ji xelqê li wê derê re alîkarîya betanî û meddî kir.

Güngör Yavuzaslanê Rojnamevan û Omer Adiguzelê Temsîlkarê Agri yê ÎLKHAyê ku li herêmê xebatan dişopînin, xuyangên herêmê û feqîrîya însanên li wê derê cara yekem kişandin.

Ew ê alîkarîya ku ji herêma ku nêzê hezar û 500 kes li wê derê dijîn re bê kirin dê di herêmê  de gelek mexdûrîyetan ji holê rake. Ji ber ku konên wan tenik in û daîma li wê derê baran dibare şevên herêmê sar derbas dibe.

Li herêma ku jiyan gelek zehmete xelq, bi tevî qedera xwe tenê hatine hêştin. Tê destnîşankirin ku dewlet li herêmê ti teşebûsa alîkarîyê nake û nekirîye.

Li herêma ku nexweşîn jî gelek zêde ne, ji sazîyên navneteweyî hêvîya alîkarîyê tê kirin. (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir