• DOLAR 32.28
  • EURO 34.84
  • ALTIN 2446.502
  • ...
Otobûsa ÎETT û mînîbûs li hev qelibîn: 14 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li Asfalta Edîrneya Kevn a Kolana Kumbet ya Taxa Îstîklala Bogazkoyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, otobûsa ÎETT ya bi plaqeya 34 YB 3625, ket nav şerîda çep û xwest ku derbasê alîyê dinê bibe.

Di vê demê de mînîbûseke rêwîyan ji paş ve li ÎETTyê qelibî.

Di encama qezayê de 14 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar ji teref ekîbên 112yê ve hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir