• DOLAR 32.198
  • EURO 35.067
  • ALTIN 2508.162
  • ...
Li Hindistanê ji ber pira hilweşiyayî hejmara miriyan derket 132 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li bajarê Morbî yê wîlayeta Gujarat a li rojavayê welêt pireke daleqandî ya ku herî kêm 500 kes li ser bûn hilweşiya.

Hat daxuyandin ku bi sedan kesên li ser pirê ketin çemê Macchuyê, di heman demê de herî kêm 132 kes mirin.

Wezîrê wîlayeta Gujarat Brijesh Merja diyar kir ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin û hêjmara kesên winda hêna nehatine tespîtkirin.

Şefê Polîsê Gujarat Ashish Bhatia got ku gelek kes hatine rizgarkirin lê dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Hat diyarkirin ku pira hilweşiyayî piştî temîrkirina dawî ji bo karanînê hatiye vekirin.

Rayedaran, diyar kirin ku pira ku ji dema Brîtanî maye, tenê hefteyek piştî nûavakirinê hilweşiya. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir